Îdrîs Balûken hat berdan
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, di rûniştina destpêkê ya doza dijî wî hatibû vekirin de hat berdan.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, di rûniştina destpêkê ya doza dijî wî hatibû vekirin de hat berdan.
Rûniştina destpêkê ya doza li dijî Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken hat vekirin, li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Dozgeriya Tirk, ji ber axaftinên Balûken ên li civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û yên li xwepêşandanan, dixwest cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî û 18 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Di rûniştina destpêkê de Balûken hat berdan.