KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Gundê Ebû Sûsa şerekî giran heye
Şervanên Xezaba Firatê gundê Ebû Sûsê dorpêç kirin. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye. -
Encamnameya HDK’ê: Wê Na bi ser bikeve!
HDK’ê encamnameya civîna xwe ya 5’ê Sibatê hişkere kir. Di encamnameyê de hate gotin: ‘’Pêkan e ku em ji tarîtiyê derbikevin. Erê wê têk biçe û na wê bi ser bikeve’." -
Rexnekirina Erdogan û destûra bingehîn a 12'ê Îlonê sûc tê dîtin
Derket holê, rexneyên ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di referandûma beriya 7 salan de li Erdîşê li Serokwezîrê wê demê Erdogan û destûra bingehîn a 12'ê Îlonê kir, di gilînameyê de weke sûc hatiye nîşandan. -
'Referandûm wê bandorê li hebûna Kurdan bike'
Eren: Daxwazên eniya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û daxwazên Kurdan yek e. Demokratîkbûn e. Komara ku demokratîk bibe, wê hebûna Kurdan qebûl bike. -
Dijminatiya li Kurdan ranawest e
Artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî, têkçûna xwe ya li Babê qebûl dikin. Lê belê dest ji dijminatiya li Kurdan bernadin û bi xuyabûna têkçûna li Babê re, careke din planek li dijî Efrîn û Şehbayê xistin meriyetê. -
Li Nisêbînê li 2 taxan qedexeya derve
Li taxên bejahiyî yên Çalikoy û Kûyûlara yên Nisêbînê qedexeya derve hate îlankirin. Hat diyarkirin ku li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. -
Hevşaredarê Findikê Ece hate girtin
Hevşaredarê bajaroka Findikê Ahmet Ece, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparstinê û Hêzên El-Senadîd hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û Girkê Legê cenazeyên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Amîr Şêxî li Goristan Şehîd Îmaîl û cenazeyê şervanê Hêzên El-Senadîd Sefok Xemîs li Goristana Şehîdan a Til Koçer veşartin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Şera dide ber topan
Artêşa Tirk a dagirker gundên Merenaz û Fîlan El-Qadî yên navçeya Şera, bomberdûman dike -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Lolanê bomberdûman dike
Hat ragihdnin ku balafirên şer ên artêşa Tirk di saet 19:30’an de herêma Lolan a girêdayî Xinêre bomberdûman kirin. -
Li Minbîcê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Li bajarê Minbîcê cenazeyê şervanên meclîsa leşkerî a Minbîcê Ebdulkerîm Şêx Mihemed (Kerîm) û Mihemed Beko (Ebû Eqîl) ên ku di berwedana gundê El-Mistrîha ya başûrê Minbîcê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin. -
Şaredariyek din a DBP'ê hat desteserkirin
Şaredariya bajarokê Civanîka ya Sêrtê ji aliyê hikûmeta AKP/MHP'ê ve hat desteserkirin. Alîkarê walî weke qeyûm hate wezîfedarkirin. -
Leşkerên Tirk girtina cenazeyên 7 kesên qetilkirî, asteng kir
Artêşa Tirk, rê neda ku cenazeyên 7 kesên ku li ser sînor qetilkirî bên girtin. -
Li Efrînê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên bi navê Îmad Şêx Hemo û Henan Mihemed li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera, veşartin -
YPS'ê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir
Koordînasyona Giştî a YPS'ê nasnameya 3 endamên YPS'ê yên li Mêrdîn û Wanê jiyana xwe ji dest dayîn eşkere kir. -
‘Walitiya Şirnexê bajar dorpêç kiriye; alîkariya mirovî tê astengkirin’
Îrmez wiha got: ‘’Di referandûmê de wê hilbijartinek were kirin. Siberoja Tirkiyê di Şirnexê de veşartiye. Xwedîderketina li Şirnexê xwedîderketina li hemû gelan e. Raya giştî di vê hêlê de divê bihîstyar be.’’ -
‘Li dijî komployan divê berxwedan were afirandin’
Perî: Em li bendê ne ku gel çalakiyên wiha li dar bixin ku bikaribin komployê pûç bikin, di pêvajoya berxwedanê de çalakiyan mezin bikin, hem li dijî hêzên emperyalîst û hem jî li dijî faşîzma li welatê xwe, li dijî dîktatoriyê bibêjin, ‘na’. -
Di şaredariyên qeyûmê de qilqilîna referandûmê
AKP ya ku dizane di referandûmê de wê nikaribe dengê Kurdan bistîne, bi rêya şaredariyên ku bi qeyûmê hatin desteserkirin zêran belav dike û soz dide ku wê karê bi kadro bidin. -
Pêngava Xezaba Firatê: Gundê Bîr Saîd hat rizgarkirin û 17 çete hatin kuştin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Bîr Saîd ê Reqqayê ji çeteyan rizgar kirin,her wiha cenazeyê 17 çeteyan ket destê şervanan. -
Artêşa rejîma Baas ya Sûriyeyê nezî Babê dibe
Artêşa rejîma Baas ya Sûriyeyê, gav bi gav xwe nezî Babê dike. Hate diyarkirin ku Artêşe rejîmê, rêya herî dawî ya ku DAÎŞ ji bo biçe Babê bi kar dihanî jî hat qutkirin. -
'Em bi hêvî ne ku QSD wê me bigihîne Reqayê'
Hêzên QSD'ê di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de heta roja îro 4 gund rizgar kirine. Piştî paqijkirina gundan ji mayînên çeteyan, gundî dikarin li gundên xwe vegerin. -
KODAR: Ji bo kongreya neteweyî em amade ne bi her kesî re rûnên
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan diyar kir, divê kongreya neteweyî demek ji ya din zûtir pêk were û got, ew amade ne ji bo vê yekê bi hemû partiyên siyasî re rûnên. -
Avesta: Şehîdan rûmeta ax, ol û mirovahiyê di kesayeta Êzidxanê de parastin
Endama Konseya Giştî a KCK'ê Sozdar Avesta bi boneya avakirina Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, peyamek şand û got: “Şehîd bi hemû awayî dibe malê civakê, milkê gel, ola xwe, çand xwe, rûmet û hebûna gelê xwe.” -
Endama Meclîsa Giştî ya Şirnexê Fîdan hate binçavkirin
Endama Meclîsa Giştî ya bajarê Şirnexê Adalet Fîdan hate binçavkirin. -
Nasnameya şervanekî yê Hêzên Erka Xweparastinê hat eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Desteya parastinê nasnameya şervanekî yê Erka Xweparstiyê eşkere kir.