KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Gelê Kurd 16’ê Nîsanê wê hesabê bajarên ku hatine kavilkirin bipirse’
Di nav çarçoweya kampanyaya ‘Na’ de li Riha, Îzmîr û Êlihê civên gel hatin lidarxistrin. -
Ceyş El Siwar: Rejîma Sûriyeyê Bab radestî hêzên Tirk kir
Ceyş El Siwar (Hêzên Şoreşger) li ser rewşa li bakurê Helebê û Babê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de got, rejîma Sûriyeyê Bab radestî hêzên Tirk kiriye. -
Ciwanên Meşa Dirêj serdana bîrdariya Enfalê kirin
Ciwanên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan dimeşin, danê vê sibehê serdana bîrdariya şehîdên Enfalê ya li Çemçemalê kirin û ji wir berê xwe dan Kerkûkê. -
Bi navê 'alîkariya zad' cebilxane ji bo DAIŞ'ê hatiye şandin
Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezaba Firate de, dema ku gund ji DAIŞ'ê hatin azadkirin, çekên ku li ser DAIŞ’ê derketin, têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê careke din raxist pêş çavan. -
'Em ê sala 2017'an bikin sala şoreşa mezin'
Gerîlayên li herêma Kerkûkê, komploya 15'ê Sibatê bi tundî şermezar kirin û gotin, "Em ê sala 2017`an bikin sala şoreşa mezin." -
Pêngava Xezeba Firatê: 98 gund û gundik hatin rizgarkirin, 124 çete hatin kuştin
Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê da xuyakirin, ku qadek ji 700 kîlometreçargoşeyî hatiye rizgarkirin, 98 gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û 124 çete hatine kuştin. -
Li Qamişloyê teqînekê rû da
Li meydana Îskenderiyê ya taxa Xelîc a Qamişloyê, ji ber teqînekê de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 2 endamên Asayîşê jî birîndar bûn. -
Ji eniya Xezeba Firatê peyam ji meşvanên Hewlêrê re hat şandin
"Meşa we ya bi heybet a ji Silêmanî heta Hewlêrê, li dijî komploya navneteweyî peyama yekîtiya neteweyî ye." -
Li Mêrdînê amadekariya operasyona leşkerî, li Dersîmê tevgera hewayî
Li 9 gundên ser bi navçeyên Mehsert, Artûklû û Nisêbîn ên Mêrdînê derketina derve hat 'qedexe'kirin. Li Dersîmê jî liv û tevgera hewayî heye. -
Her xebatkarekî ragihandinê xwedî çîrokek cuda ye
Tişta min fêm kir, êdî civakeke bi hêz û ji xwe bawer tê avakirin, di nava van çiya û deştên Şengal a pîroz de -
Bihuşta Zagrosan: Çarçela
Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, em xwe digihînin bihuşta Zagrosan Çarçela. Bi heybetî û bedewiya xwe mirovan serxweş dike. -
'Em mêtîngeriyê ji hev bixin, Rêbertî azad bikin'
Koordînasyona Komalên Ciwan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kir, ku li her cihê lê ne, bi hesteke mezin a tolhildanê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê çalakiyan lidar bixin. -
Gundên Efrînê tên topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker vê carê jî gundên Merenaz û Fêlat El-Qadî yên navçeya Şera ya Efrînê, bi çekên giran topbaran dike. -
Artêşa Tirk gundê El-Xalidiye bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, gundê El-Xalidiye yê dikeve rojavayê Minbicê bomberdûman dike. -
Rêveberê DBP’ê Çagatay û Olmez hatin binçavkirin
Li navçeya Silopyayê û Cizîrê rêveberê DBP’ê Abdûlcebar Çagatay û welatiyê bi navê Hazim Olmez û li hatin binçavkirin. -
Cenazeyê 6 şervanan hatin definkirin
Cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê bi merasîmekî bi heybet ve hatin veşartin. -
Li Dêrikê cenazeyê 4 şervanan hate veşartin
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 4 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê veşartin. -
Çalakgerên Meşa Dirêj li Çemçemalê bicoş hatin pêşwazîkirin
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Ocalan ku ji Silêmaniyê heta Hewlêrê dewam dike, li Çemçemalê bi çoşekî mezin hatîn pêşwazî kirin. -
‘Êdî dem hatiye; em dersek bidin AKP’ê’
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, li Wanê piştî bi endamên çapemeniyêre hate gel hev û şûnde di civîna hate lidarxistin de bi gel re civiya. -
Embarên Genim ên li bakurê Reqayê hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, Embarên Genim ên bi 9 kîlometreyan li bakurê Reqayê ne, ji çeteyan paqij kirin. -
Li Colemêrg, Mersîn û Amedê 21 kes hatin binçavkirin, 6 kes hatin girtin
Li Colemêrg, Mersîn û Amedê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li van her sê bajaran herî kêm 21 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin girtin. -
Nasnameya 5 gerîlayên li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên di şerê Îlona 2016'an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da
Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên bi ser xaka Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş berdewam dikin. -
Nasnameya 2 şervanên li Reqayê jiyana xwe ji dest dan hat eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Leşkerî ya Xweparastinê, nasnameya 2 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Kurê xwe yê ku ji îşkenceyê nas nekirî bi şahnika wî nas kir
Hakki Tûrgay ê PKK’yî ku li Elihê bi birîndarî hate girtin, piştî îşkenceya bi rojan bêyî ku were dermankirin birin girtîgehê. Dayik Tûrgay got ji ber pir îşkence li kurê wê kiribûn kurê xwe nas nekiriye, lê bi şahnika wî ew nas kiriye.