Her xebatkarekî ragihandinê xwedî çîrokek cuda ye

Tişta min fêm kir, êdî civakeke bi hêz û ji xwe bawer tê avakirin, di nava van çiya û deştên Şengal a pîroz de

Dema em diçin malên Şengaliyan Çira TV li ser kumandayê li ser nimroya yekemîn e.  Bi şewq û meraqekê tamaşe dikin. Ew jî dide xwiyakirin ku cara yekê ye ev civak li xwe tamaşe dike. Xwe bi rêya wê qotiyê dibînin. Gelek dezgehên ragihandinê hatine avakirin, lê ya pir tê hezkirin û temaşekirin Çira TV û radyoyê Dengê Çira Şengal e. Her tişt li Şengalê cara yekemîn e. Şengalî cara yekemîn e xwe serbest îfade dikin bê navbeynkar dengê xwe li ser dezgehên xwe belav dikin. Dibe ku ev gotinên dibêjim, bi hinan ecêb bên; lê tişta me di nava civakê de dît ev bû. 

Em jî wek mêvan ev çend roj in li gel xebatkarên TV û radyoyê, ku tevî derfetên kêm lê bê navber di nav gelê Şengalê de dixebitin in. Êş û azar, şahî û kêfxweşiya Şengaliyan vedibêjin. Piranî xebatkarên van dezgehan ji Şengalê ne. Li gel ku beşên ragihandinê nexwendine jî, bi şev û roj xwe û hev fêr dikin. Herî dawî akademiyek ragihandinê li bajarokê Xanesorê hatiye avakirin û niha derdora 15 şagirtan di akademiyê de perwerde dibinin.  

Dîsa her xebatkarekî ragihandinê xwedî çîrokek cuda ye. Nîhad Xidir xortek Şengalî ye û ev bû du sal bernameyan ji bo Çira TV pêşkêş dike. Dema fermanê li Yewnanistanê bû ye û ferman bi rêya ragihandinê bihîstîye. Ew wan rojan bi van gotinan ji me re vedibêje: "Diya min telefonî min kir û ji min re got 'kurê min baş e tu ne li vir î ji ber em hemû malbat ji fermanê nafilitin.' Ez bi vê yekê pir bandor bûm." Xidir piştî van gotinan hestiyar dibe, hêsirên çavan dibarîne û wiha dirêjî dide axaftina xwe: "Diya min wek xatirê dawî ji min dixwest. Heta niha jî dema ez li çavên diya xwe dinihêrim ew kêlî tê bîra min û dengê xwişkên min di ber telefona ku diya min ji min re lêdabû tên hişê min û ez hêsiran dibarînim." Xidir, sedema di nava ragihandinê de cih girtiye jî bi vê bûyerê ve girêdide û dibêje: "Ez dixwazim di nava civaka xwe de bi rêya ragihandinê dîsa civaka Êzîdî komî ser hev bikim." 

Yek ji xebatkarên ragihandinê ku me ew nas kir jî jina ciwan a bi navê Wecîde Şengalî ye. Dema min pirsa "tu di televizyonê de çi karî dikî û ji bo çi te ev kar ji xwe re hilbijart" bersiveke ku ez matmayî dihêlim dide. Çawa di vî temenê xwe yê 20 salî de gotinên ewqas bi êş û hêz li pey hev rêz dike. Wiha dibêje Wecîde Şengalî: "Ez ji te re bi kurt û cewherî bibêjim. Sedema yekemîn ev e ku min xwest li hemberî zewaca di temenê biçûk a di nava civakê de bisekînim. Ya duyemîn jî ew e ku civaka me kuliya û parçe bû. Bi sedan jinên me hê jî di destên DAIŞ'ê de ne. Em hewl didin ku ew kêmasiyên di fermanê de derketin holê sererast bikin û nehêlin dûbare bibe." Wecîbe Şengalî bi van gotinan hestên xwe domand: "Ez difikirim, çawa piraniya civaka me heta niha hêviyên xwe li derveyî xwe dibînin. Bes e êdî ferman çêbûn. Ez jî wek jinek Şengalî bi hemû derfetên xwe dixwazim vê civakê hişyar bikim." 

Her endamekî din yên ragihandinê ku min nas kir hema hema bi heman hincetan di nava vê xebatê de cihê xwe digire. Tişta min fêm kir, êdî civakeke bi hêz û ji xwe bawer tê avakirin, di nava van çiya û deştên Şengala pîroz de. Û bi hêviyek mezin dixebitin.