KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Girê Spî êrîş
Li Girê Spî bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 2 kes bi sivik birîndar bûn. -
Cenazeyê El Şêx hate veşartin
welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Emar El-Şêx (Emîr) li Goristana Şehîdên Minbicê, veşartin. -
Di navbera hêzên Baas û hêzên dewleta Tirk de şer
Hêzên Rejîma Baasê, li herêmên El-Xor û Ebû El Neydenê bersiva êrîşên hêzên dewleta Tirk dan. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrad hate veşartin
Welaiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG′ê Îd Faris ê bi nasav Mûrad li Goristana Şehîd Dîcle, hate veşartin. -
Şervanên Xezeba Firatê gundê Senîne jî rizgar kirin
Şervanên Pêngava 3'emîn a Xezeba Firatê gundê Senîne piştî şerekî dijwar ji komên çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. -
Cenazeyê şervanê YPGʹê Serdar Serêkaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Serêkaniyê bi merasîmeke girseyî, ku bi sedan kes li amade bûn, hat veşartin. -
Li Wanê qeyûm 59 xebatkar ji kar derxist
Mustafa Yalçin ê ku wek qeyûm li Wanê hat wezîfadarkirin, 59 xebatkar ji kar derxist. -
DBP: Hesabê Cizîrê wê were pirsîn
DBP'ê ji ber salvegera komkujiya Cizîrê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku heta hesabê komkujiyê were pirsîn ew ê têbikoşin. DBP'ê berxwedêrên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. -
Gulpî: Bi yekîtiya neteweyî em dikarin pêşî li komployê bigirin
Endamê Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' Faîq Gulpî diyar kir, hesabên hêzên komploker ku dixwestin bi girtina Ocalan re PKK'ê tesfiye bikin, bi cih nehatine. Gulpî destnîşan kir, PKK ji berê mezintir û xurtir bûye. -
Pêngava Xezeba Firatê: Dor li gundê Mezîla hatiye girtin
Li gundê Mezîla şerekî dijwar diqewime. Dîmenên dorpêçî û şerê li vî gundî ji aliyê nûçegihanên ANF'ê ve hatin kişandin. -
Artêşa Sûriyeyê li leşkerên Tirk da
Artêşa Sûriyeyê li Babê li leşkerên Tirk û çeteyên artêşa azad da. Gelek leşker û çeteyên artêşa azad birîndar bûn. -
Li Qoserê derketina derve hat qedexekirin
Li taxên Biloka û Xursê yên Qoserê, derketina derve hat qedexekirin. -
Şîmşek: Têkbirina Erdogan bi dengê 'NA' dibe
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek da xuyakirin, ku ew ê di referandûma rejîma şexsekî de dengê 'NA' bidin û got, "Têkbirina Erdogan bi dengê 'NA' dibe." -
Şaredariya Dîgorê jî hat desteserkirin
Şaredariya Dîgorê jî bi rêya qeyûm hat desteserkirin. Biryar bi rêya telefonê ji Hevşaredar Baykiz re hat ragihandin. -
Pêngava Xezeba Firatê: Êrîşên çeteyan hatin têkbirin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî bajarokê Siwêdiya Mezin û gundên Humarîn û Widyan ên li bakurrojhilatê Bendava Tebqayê ne, hatin têkbirin. -
Fermandara YJŞ'ê Viyan Hebabî: YJŞ û YBŞ hêza Êzîdxanê ye
Fermandarê YJŞ'ê Viyan Hebabî: Jinê Êzidî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe zane dikin, tevî hêza xweparastinê YJŞ'ê dibin û şer dikin. -
Rejîm dîsa li pey çeqçeqoka ketiye
Rejîma Esad ku bi Şoreşa Rojava re gelek cih winda kir, ketiye pey propagandaya ku 'wê rejîm careke din cihê winda kiriye bi dest bixe'. Heman propaganda di destpêka sala 2015’an de jî hatibû kirin. -
Li Amedê amadekariya operasyonê tê kirin
Artêşa Tirk ev 2 roj in sewqiyata leşkerî li bejahiya navçeya Pîran a Amedê dike. -
Girtiyê nexweş Yildirim li gel raporê nayê berdan
Girtiyê bi navê Selîm Yildirim (54) ku di girtîgehê de bi nexweşiya dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye, li gel raporên bijîşkan jî nayê berdan. -
Dewleta Tirk lêkirina dîwarê li ser sînor didomîne
Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, di heman demê de li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê dîwêr lê dike. -
DAIŞ a li Reqayê tengav bûye, amadekariyan dike ku li Rojava teqînan bike
Çeteyên DAIŞ’ê ku di operasyona Xezeba FiraTê de tengav bûne, serî li rêyên cuda didin. Hat ragihandin, ku çete niha jî amadekariyan dikin ku wesayîtên bombebarkirî bişînin bajarên Rojava. -
Di rojnivîsên gerîla de 15'ê Sibatê
Di rojnivîsên gerîlayên Botanê de komploya 15'ê Sibatê: Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em ê hemû hêzên komploker di nava komployên wan de bifetisînin. -
Rûyê sar û bi êş ê fermanê
Piştî fermanê gelek caran têm Şengalê. Lê belê her carê heman li heman rûyî rast têm. Ev rû rûyê fermanê ye. Hem mîna qeşayê sar û cemidî ye, hem jî bi êş û dilşewat e. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Serêkaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG′ê Serdar Serêkaniyê yê di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Xiznêzê jiyana xwe ji dest dabû hate veşatin. -
3 welatiyên sivîl ji ber teqîna mayînê birîndar bûn
Di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê de ku berê çandibû, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn .