KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meşa Hewlêrê di roja dawî de ye
Ciwanên ku ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ji Silêmanî dest bi meşê kirin û berê xwe dan Hewlêrê, çalakiya xwe didomînin. Ciwan danê sibehê ji bajarokê Pirdê bi rê ketin û ber bi Hewlêrê ve dimeşin. -
Fermandarê YBŞ'ê: Bingeha fermanê di dema komployê de hat danîn
Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir, bi xwerêxistinkirin û ji nû ve avakirinê re pêşî li komployê dikare bê girtin. Şengalî got, "Bingeha fermana 2014'an bi komployê hatiye danîn." -
Avêtin ser mala hevşaredar, şaredarî desteser kirin
Şaredariya Ebexê, ku yek ji 12 Şaredariyên DBP'yî yên li Wanê ye, hat desteserkirin. Ebex bû şaredariya 10. a bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin. -
'Em ê di sala 2017'an de Rêberê xwe azad bikin'
Gerîlayên HPG/YJA Starê gotin, "Di sala 2017'an de em ê Rêberê xwe azad bikin û hemû zincîrên dîlgirtinê yên bi gelê me û mirovahiyê ve hatine girêdan, em ê bişikînin. Siberoja demokratîk a gelan wê bi azadiya Rêbertî pêk were." -
Helîkopterên Tirk gundê Til Elo bomberdûman dike
Helîkopterên Tirk ên bi tîpa Kobra gundê Til Elo yê Girkê Legê, bomberdûman dike. -
Deh hezaran Komploya Navneteweyî protesto kirin
Bi deh hezaran welatiyê Qamişlo yên ku bi armaca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li hev civiyan, bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” meşek û mîtîngek li dar xistin. -
Li Sirînê cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarokê Sirînê cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Sêyem a Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li goristan bajêr veşartin. -
Halebî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Welatiyên bajarê Helebê bi dûrûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” azadiya Ocalan xwestin. -
Asayîşa PDK’ê semînera 15’ê Sibatê asteng kir
Endamên Asayîşa PDK’ê, avêtin ser salona ku wê tikildarî Komploya Naneteweyî ya 15’ê Sibatê semîner bihatiba dayîn girtin, civîn asteng kirin. -
Malpera fermî ya YBŞ-YJŞ dest bi weşanê kir
Malpera Înternetê ya fermî ya Hêza Parastina Civaka Êzîdî ya Yekîneyê Berxwedana Şengalê/ Yekîneyên Jinên Şengalê (YBŞ/YJŞ), dest bi weşanê kir. -
Li Kantona Cizîrê bi hezaran kesî komplo şermezar kirin
Bi hezaran kesên ku li Kantona Cizîrê dijî, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hate kirin, protestokirin. -
Li Mêrdînê gelek rêveberên DBP û HDP'yî hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî bê navber bi hemû leza xwe didome. Li Mêrdîn û navçeyên wê Hevşaredarê Şemrexê Ali Ozkan jî di nav de gelek DBP û HDP'yî hatin binçavkirin. -
Meşa Ciwanên Mexmûrê hate astengkirin
Ciwanên Mexmûr ên ku bi armaca protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê Meşa Dirêj a îro ji Mexmûr heta Hewlêrê danê sibehê dabûn destpêkirin ji aliyê Asayşa PDK’ê ve hate astengkirin. -
Li gundên li Mêrdinê hatin dorpêçkirin zarokek birindar bû
Leşkeran Gundê Kurukoy ê navçeya Nisêbînê dorpêç kir û piştî avêtina bombeyên gazê hat diyarkrin ku zarokek ji ser hişê xwe çûye. Ketina ambûlansa ya gund jî hatiye qedexekirin. -
Cenazeyê Ciwan Kino hat veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Ciwan Kino li Goristan Şehîd Dicle Kobanê veşatin. -
Artêşa Tirk Til Rifet bombebaran dike
Artêşa Tirk bajarokê Til Rifet ê herêma Şehbayê carek din bombebaran dike. Ziyanekî mezin gihişte mal û zeviyên welatiyan. -
NAV-YEK: Em azadiya Rêber Apo û azadiya civaka Êzîdî weke hev dibînin
Navenda Yekîtiya Komalên Êzîdî (NAV-YEK), têkildarî Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew koploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. -
PDK qedexe kir ku meşvanên Meşa Dirêj bikevin Hewlêrê
Hêzên asayîşê yên PDK’ê qedexe kir ku ciwanên komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin, bikevin Hewlêrê. Endamê Komîteya Amadekar a Meşê Perwez Rifrat got ew ê sibehê xwe bigihînin deriyê Hewlêr û xwest ku tevlêbûneke xurt çêbibe. -
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyane’
18’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, li bajarokê Meredo yê girêdayî Qendîlê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
YBŞ û YJŞ'ê ji bo azadiya Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kirin
Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YJŞ'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û dan xuyakirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina Xweseriya Şengalê, ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin. -
Heyeta dixwaze biçe Îmraliyê li Amedê ye
Heyeta ji Ewropayê, ku ji bo dîtina Ocalan hatiye Tirkiyeyê, da xuyakirin ku Ocalan ev 18 sal in di nava şert û mercên ne însanî de tê hiştin. -
Li Şirnexê çalakiya Gerîla: 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG'ê ragihand ku li Şirnexê di encama çalakiya sekvanî de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
'Azadiya Rêber APO azadiya Êzîdxanê ye'
Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê lı Şengalê piştî çalakiyên çend rojan meşeke girseyi pek hat. Çalakgeran nêrînên xwe ji ajansa me re vegotin. -
'Alîkarî' jî kirine îşkence li Şirnexiyan
Li Şirnexê ku hêzên dewletê ji sedî 60 ê bajêr hilweşandine, niha jî bi birçîbûnê bi ser gel de diçin. -
Kerkûkî: Em her kesî tevî nav têkoşînê bikin
Ciwanên ku bi mebesta Komploya 15’ê Sibatê şermezar bikin ji Silêmanî ber bi Hewlêrê ve meş li dar xistin, berê sibehê ji gundê Hesarê yê Kerkûkê ber bi Hewlêrê ve dest bi meşa xwe kirin. Ciwan bi hezkirina gel têne pêşwazîkirin.