Artêşa Tirk Til Rifet bombebaran dike

Artêşa Tirk bajarokê Til Rifet ê herêma Şehbayê carek din bombebaran dike. Ziyanekî mezin gihişte mal û zeviyên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker carek din bajarokê Til Rifetê bomberan dike. Artêşa Tirk ji nuqteyên xwe yên li Ezaz bajaroka Erfad (Til Rifet) a herêmên Şehbayê topbaran dike. Artêşa Tirk jîngehên welatiyên sivîl dikin hedef.

Li gorî agahiyên herêm, heta niha herî kêm 2 top li bajarok ketine û ziyan dane mal û zeviyên wealtiyan.

 Bomberdûman li herêmê hê jî didome, têkildarî kuştî û birîndara agahiyên zelal nehatine bidestxistin.