KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Niseybînê 3 kes hatin înfazkirin
Hat diyarkirin ku li taxa korukoyê ya Niseybînê ya ku ev heft rojin di bin dorpêça leşkerên Tirk de ye 3 kes hatine înfazkirin. -
Li Wêranşarê nêzê lojmanên dadger û dozgeran teqîn
Li Wêranşarê nêzê lojmanên dadger û dozgeran teqînek pêk hat. -
Balefirên Şer yên Tirk heremên Qendil û Metînayê bombebaran dikin
Balefirên şer yên dewleta Tirk, Herêmên Parastina Medya Qendî û Metînayê bombebaran dikin. -
Li bakurê Reqayê darbeyeke mezin li çeteyan hat xistin
Li gundê Xiwês yê girêdayî Reqayê di encama şerên dijwar de panzerek, wesayîtekî bombebarkirî û wesayitekî zirxî ya çeteyan hatin rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin. -
Wekîlê HDP’ê Ferhat Encu hate girtin
Wekîlê HDP’ê Ferhat Encu ji hêla dadgehê ve hate girtin. -
Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Şirnexê 27 karker ji kar avêtin
Bi biryara Qeyûm 27 karker ji Midûrîyeta Karê Paqijiyê Ya Şaredariya Şirnexê hatin avêtin. -
Ciwanên Sine Komploya navneteweyî şermezar kirin
Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanên bajarê Sine ji bo şermezaririna komploya 15’ê Sibatê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, çalakiyek lidarxistin. -
Di Pêngava Xezeba Firatê de gaveke nû hat avêtin
Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di qonaxa sêyemîn a pêngavê de gava duyemîn hatiye avêtin. Bi vê gavê re wê herêma rojhilatê Reqayê û gundên li derdorê bên rizgarkirin. -
Aslan: Me hê agahî ji gund negirtine; fikarên me zêde dibin
Gundê Xerabê Bava yê Mêrdînê, ku ji aliyê artêşa Tirk ve dor lê hatiye girtin, hê jî agahî jê nayê girtin. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Aslan got, "Em gelekî bi fikar in, ku tiştekî bînin serê gundiyan." -
Dewleta Tirk êrîşî Efrîn û Şehbayê dike!
Artêşa Tirk û çeteyên wê, ji ber ku li Babê derbên giran ji DAIŞ'ê dixwin, ji bo rojevê biguherînin bombeyan li gundên Efrîn û Şehbayê dibarînin. Pênc çeteyên duh hewl dan ji Marea bikeve nava Şêx Îsa hatin kuştin. -
Dadgeriya Tirk biryara girtina Balûken da
Der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken de, ku beriya niha bi demeke kurt hatibû berdan, biryara girtinê hat dayîn. -
'Divê Kongreya Neteweyî demildest bê lidarxistin'
Nûnerên saziyên Kurdan gotin, ji bo parastina axa Kurdistanê û xurtkirina yekîtiya neteweyî, divê bi lezgînî Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin. -
Şervanên YPG'ê: Li Helebê projeya jiyana hevpar bi ser ket
Şervanên YPG'ê dan xuyakirin, ku li Heleb a ji çeteyan hat paqijkirin, di şexsê Şêx Meqsûdê de projeya jiyana nû û hevpar bi ser ketiye. -
'Nêrînên Ocalan ji bo aştiya li Rojhilata Navîn girîng e'
Endamê Delegasyona Navneteweyî Federîco Ventûrînî diyar kir, armanca wan a sereke dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin. -
Komplo li Daqûqê hate protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Daqûqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi meşekê hate protestokirin. -
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava didomin
YPG’ê, diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser xaka Rojava bê navber dewam dikin. -
YPG’ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir
YPG`ê nasnameya 6 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê û bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Azadiya Rêberê gelê kurdistanê azadiya jinê ye
Li Binarê Qendîlê jinan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulla Ocalan û şermezarkirina Komploya 15 ê Sibatê meşek li dar xistin. -
Di operasyona Reqayê de baskê sêyemîn
Di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê ku 4’ê Sibatê ji 2 baskan ve destpê kiribû, baskê 3’emîn destpê kir. -
Li navçeyên Efrînê 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 15’ê sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li navçeyên Kantona Efrînê hatin lenetkirin. -
Cenazeyê şervanê Erka Xwepastinê Fhan hate veşartin
Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhekîm Siwêd Fhan ê di Pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da veşatin. -
‘Dewlet ji cenazeyên zarokên me ditirse’
Qeyûmê AKP’ê û Dozgeriya Komarê ya Êlihê, bi nivîsa ku ji Midûriyeta Goristanan re şand fermana xirakirina goran a îdia dike "propagandaya rêxistinê dikin" da. -
Ji KCR/YJCR'ê pêngava 'Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê perçe bike, Rêbertiyê azad bike'
KCR/YJCR komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û bang li ciwanên Rojhialtê Kurdistanê kirin, ku tevlî pêngava wan a bi dirûşma "Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê perçe bike, Rêbertiyê azad bike" bibin. -
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê komplo şermezar kirin
Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê Kamyaran, Sine, Hewreman û Mahabadê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin. -
Hevşaredara Şaxê Evîn Keve hat girtin
Hevşaredara Şaxê Evîn Keve bi îdîaya 'endama rêxistinê ye' hat girtin.