KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xwe ji narkotîkê rizgar kir û tevlî nava refên gerîla bû
Dozger Zagros, ku berî tevlî nava refên PKK'ê bibe, bi narkotîkê ve ketibû, xwe ji narkotîkê rizgar kir û tevlî nava refên gerîla bû. Zagros ji ANF'ê re qala jiyana xwe kir. -
Şengal ji nû ve ava dibe; komîteya xizmetguzariyê binesaziyê çêdike
Li gundê Borik ê Şengalê, Komîteya Xizmetguzariyê zend û bend ba da û dest bi çêkirina binesaziya gund kir. Bi çêkirina kanalîzasyonê re jiyana li gund tê hêsankirin. -
'Em ê di referandûmê de bi ruhê berxwedanê bêjin NA'
Şêniyên Wanê, beriya referandûma 16'ê Nîsanê dengê xwe eşkere kirin. Gelê Wanê got, li dijî zilma Erdogan û AKP'ê, li dijî planên tinekirina gelê Kurd ew ê bêjin 'NA'. -
Welatiyên Minbîcê cenazeyên 3 şervanan veşartin
Bi merasîmekî girseyî 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku li rojavayê bajêr jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin. -
Artêşa Tirk ya dagirker Til Rifet û Şêx Îsa topbaran dike
Artêşa Tirk ya dagirker bajarokê Til Rifet û gundê Şêx Îsa bi fûzeyên katûşan topbaran dike. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ebû Cebel hat veşartin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ebû Cebel Serêkaniyê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî bi merasîmekê hat veşartin. -
Cezayê girtîgehê dan Demîrtaş
Piştî betalkirina parlemeteriya Yuksekdag û şûnde, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê ku li Bazîdê doza wî hate destpêkirin, biryara 5 mehan cezayê girtîgehê hate dayîn. -
Gundê Ebu Wahî hat rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê li baskê 2’emîn gundê Ebû Wahî ji çetyên DAIŞ`ê rizgar kirin. -
Êrîşên Xerabê Bava ekîba AKP’ê dike
Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê ev 12 roj in dorpêçek heye û ev dorpêç ne kêmî ya salên 90’î ye. Dorpêç bi pêşengiya 2. Tûgaya Komando ya Jandarma ya Bornova bi rê ve dibe. -
18 girtî sirgûnî Rize û Gumuşhaneyê hatin kirin
18 girtiyên li girtîgeha Tîpa T a Sêrtê, sirgûnî Girtîgehên Rize û Gumuşhaneyê hatin kirin -
Dêra qedîm a Dayika Meryem
Dêra Suryanî ya qedîm a Dayika Meryem, ku di sedsala 3'an de li ser perestgeheke kevin ava bûye, tê zanîn ew berî zayînê wek perestgeha rojê hatiye bikaranîn. -
Gundê Kuwaytarê hat rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê yên ji eniya Mekmenê bi rê ketine, gundê Kuwaytarê rizgar kirin. -
Dengê topan tê û dû bi ser gundê Xerabê Bava ketiye
Leşkerên Tirk îro jî nehiştin heyet biçe gundê Xerabê Bava. Ji herêmê dengê topan tê û dû bi ser gund ve ketiye. -
Êrîşên hewayî yên li dijî qadên gerîla dewam dikin
HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. -
Bajarê azadbûyî Minbic, xwerêveberiyê bi sazûman dike
Hevserokên nû yên xwerêveberiya Minbicê diyar kirin ku cara pêşî ye gelên Minbicê yên xwe rê ve dibin, birînên ku zilma DAIŞ’ê çêkiriye, bi rêbazen demokratîk û xwerêveberiya wekhevîxwaz derman dikin. -
Em bimirin jî yê serketî dîsa em in!
Ev şer ne şerekî dadmend e; li dijî teknîka pêşketî ya TSK’ê em tenê bi keleşan in. Dijmin hêza xwe ji teknîka xwe werdigire. Ev rewş nîşan dide ku dijmin têk çûye. Bi vî rengî em bimirin jî yê serketî û serfiraz em in. -
Artêşa Tirk li Babê komkujî kir: 12 sivîl hatin kuştin
Artêşa Tirk ku bi bahaneya 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê herêma Şehbayê dagir kir, li Babê komkujiyeke din kir. Ji malbatekê 12 kes hatin kuştin. -
Welatiyên Sebah El Xêr: Hatina QSD'ê ji bo me cejn e
Gundiyên Sebah El Xêr bi van gotinan pêşwaziya şervanên QSD'ê kirin, "Em heya niha mirî bûn, hûn li ku bûn. Çima hûn ewqas dereng man. Çavê me li rêya we bû. Ev çend sal in em benda we bûn. Hûn bi zorê hatin. Xwedê ji xwe re alîkar be." -
'Erdogan û artêşa azad dixwazin mirin û talanê bînin Minbicê'
Şervanên Lîwa Siqur Şîmal a ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li ber gotin û gefên Recep Tayyîp Erdogan ên li Minbicê dixwe, rabûn. -
Pêngava Xezeba Firatê: Gundê Edmanê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê yên ji eniya rojhilat a Reqayê ve bi pêş ve diçin, gundê Edmanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Têkiliyên Enqere-Rojava: Rastiya operasyona Tirba Suleyman Şah
Têkiliya destpêkê yan jî 'hevkariya' rêveberiya Rojava û Dewleta Komara Tirkiyeyê, bi operasyona Suleyman Şah, yan jî serdana Cotmeha 2014'an a Salih Muslim dest pê nekir. -
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Luey li Girê Spî hat veşartin
Cenazeyê yekem şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Emîr Ehmed Kinco yê di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê de li gundê Ciwêz jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Girê Spî hate veşartin. -
Li Wanê polîsan êrîşî goristana gerîlayan kirin
Polîsên dewleta Tirk ên ku êrîşî goristana gerîlayan a li navçeya Îpekyolû ya Wanê kirin, ala kesk, sor û zer a sembola gelê Kurd şewitandin, li ser gorên gêrîlayan jî ‘TC’ nivîsîn. -
Heyeta ku dixwest biçe Xerabê Bava disa hate astengkirin
Heyeta ku ji parêzvanên mafê mirovan pêk tên, ji bo têkildarî rewşa dawî û înfazên li gundê Xerabê Bava yê ku ev bi rojane ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin agahiyekê bigirin, ji îxlalên mafê mirovan a gihiştina asta herî jor bi fikar in. -
Gundê Terfawî hate rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Terfawî, rizgar kirin.