KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bihuşta li ser rûyê erdê: Heftanîn
Piştî rêwîtiyeke dûv û dirêj, me xwe gihand heft qat xweşikiya bihuştê Heftanînê. -
Li Wêranşarê 'çalakiya bersivdayînê'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji bo bîranîna '3 şervanên berxwedanê' yên li navçeya Wêranşar a Rihayê hatin kuştin, yekîneyeke herêmî çalakiyeke bersivdayînê lidar xistiye. -
Êrîşên li gundê Talatê giran bûn; xanî tên xerakirin û şewitandin
Hêzên dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li gundê Talatê, tanê vê sibehê girantir kirin. Tê gotin, gelek xaniyên li gund hatine xerakirin û şewitandin. -
'Divê ciwanên Kurd nerazîbûna xwe ya li dijî dewleta Tirk nîşan bidin'
Koordînasyona Komalên Ciwan: Dewleta TC, ji ber têkçûna xwe ya li pêşberî têkoşîna bi salan a gelê Kurd, di serdema xwe ya herî qels de ye. Sedema van êrîşên hovane jî tirsa tinebûnê ye. -
'Wê NA bibe gava destpêkê ya jiyaneke nû'
Nivîskar û Rojnamevanên li Wanê, destûra bingehîn a AKP/MHP'ê ku wê di 16'ê Nîsanê de pêşkêşî referandûmê were kirin nirxandin û gotin, "Dengê NA, wê gava destpêkê ya jiyana nû be." -
Balafirên şer ên Tirk Qendîl dîsa bomberdûman kir
Balafirên şer ên Tirk dîsa herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. -
Ji bo qedexekirina mîtînga Erdogan a li Elmanyayê kampanyaya îmzeyan
Li dijî îdîayên Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan wê li Elmanya mîtîngekê lidar bixe, bi dirûşma “Erdogan asteng bikin/ ji diktatorî û propagandaya darvekirinê re NA’ dest bi kampanyaya îmzeyan hate kirin. -
Nasnameya şervanekê hate eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya şervanekî yê di berxwedana gundê Xinêz ê Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir. -
Dewleta Tirk dîsa êrîşê gundê Talatê kir
Dewleta Tirk êrîşê gundê Talatê yê ku 7 km nêzê gundê Xerabê Bava yê kir. Dengê çekan li gund tê. -
KCK: Divê em kolan û taxan vegerînin qadên çalakiyan!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Divê gelê me êdî li dijî vê zilmê her kolanê bi rêxistin bike û vegerîne qada çalakiyan. Eger ku qirkirin û mêtîngerî bajar dagir kiribe, divê her taxê û kolanê bi rêxistin bike û vegerîne qadên çalakiyan. -
Ciwanan li Qendîlê posterê Ocalan bilind kir
Ciwanên li Qendîlê, posterê Ocalan ê ku duh di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate texrîbkirin, postrê Ocalan hildan. -
Heyet: Têkiliya operayonê bi referandûmê re heye
Hevberdevkê Bloka Aştiyê Altay têkildarî bûyerên ku li gunêd Xerabê Bava ya Nisêbînê diqewimin axivî û bal kişand ku têkiliya operasyonan bi referandûmê re heye. -
Welatiyên Qendîlê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a ku duh li dijî herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin, ji aliyê welatiyên Binarê Qendîl ve bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. -
Di 8 rojan de herêmekî qasî hezar 664 km2 hatiye rizgarkirin
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir ku hêzên wan di şerê 8 rojan de herêmek bi qasî hezar û 664 kîlometreçaregoşe rizgarkirine. Di van şeran de 49 çete hatine kuştin û gelek gund hatine rizgarkirin. -
KONGRA GEL: Xwedî li gundê ku êrîş li ser tên kirin derkevin
Hevserokatiya KONGRA GEL, banga xwedî derketinê li gundên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên dorpêçkirin û di bin êrîşan de ne kir. Hevserokatiyê wiha got: “Ti tişt nayê veşartin. Wê hesabê her qetlîamê bi zêdahî bê xwestin.” -
Li Amedê ji bo ‘NA’ start: Bi teqez em ê bi ser bikevin!
HDP, DBP, DTK û TJA, li Amedê li gel Koordînasyona Bajêr a Refrandûmê ya avakirî dest bi xebatan kirin. -
Gundên Beleş, Azman û Fenan a Rojava hatin rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê 3 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Dewleta Tirk nahêle heyet biçe gundê Xerabê Bava
Heyeta ji nûnerên Bloka Aştiyê û rêxistinên civakî yên sivîl, ku dixwaze biçe gundê Xerabê Bava, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat astengkirin. Heyetê li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
HPG: Em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin
HPG'ê 6 gerîlayên li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em ê wezîfeyên dîrokî yên ku 6 hevalên me yên gerîla radestî me kirine bi cih bînin û têkoşîna xwe bi ser bixînin." -
Yuksekdag: Em ê pêşî li planên tinekirinê bigirin
Yuksekdag got, "Wê pêşî li van neheqî û planên tinekirina HDP'ê bê girtin." -
Ji bo Xerabê Bava banga lezgîn hat kirin
Cîgira Hevserokên DBP'ê Şîmşek bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo gundê Xerabê Bava bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. -
Dewleta Tirk li gundê Talatê xaniyan xera dike û dişewitîne
Hêzên dewleta Tirk ên bi kepçeyên bi palet ketin nava gundê Talatê, gelek xanî xera kirin û piştre dan ber agir. Li gorî agahiyan, heta niha 4 kes li vî gundî hatine binçavkirin. -
Başaran: Kî bêdeng be, ew hevparê sûcê li Xerabê ye!
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir, her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê ji bo Xerabê dengê xwe bilind bike û got, yên bêdeng bimînin, wê hevparê sûcê li Xerabê bin. -
Heyetê berê xwe da gundê Xerabê Bava
Heyeta ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan pêk tê, berê xwe dan gundê Xerabê Bava. -
4 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê 4 gund û 16 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.