KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Yildiz ê hate êşkencekirin hate gitin
Rojnamevan Hayatî Yildiz ê ku beriya 12 rojan li Amedê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hate êşkencekirin, hate girtin. -
Artêşa Tirk û çeteyan êrîşî gundên Minbicê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê, êrîşe gundên rojava û başurê Minbicê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berisva êrîşan dan û şerên dijwar diqewimin. -
Qeyûm dest li firoşkarên seyar werda
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zabita û polîsan dest li zarokên ku li Parka Sanatê di semawer de çay difirotin, werdan. Di encama vê êrîş û destwerdanê de 3 zarok hatin binçavkirin. -
Hevşaredarê Agirî Sakik ji wezîfeyê hat girtin
Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik ji wezîfeyê hat girtin. Hevşaredara din Kûbîlay jî girtî ye. Waliyê Tirk ê li bajêr, weke qeyûm li şûna hevşaredaran hat bicihkirin. -
Li Êlihê 50 Rêxistinên Civaka Sivîl biryara ‘NA’yê dan
Li Êlihê 50 rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku di referandûmê de ew ê dengê ‘NA’ bidin. -
'Jin bila 8'ê Adarê bi hêvî û dilketineke mezin pêşwazî bikin'
Avesta got, "Pêwîste jin 8'ê Adara 2017’an bikin starta têkoşîna mezin. Divê jin li dijî dîktator li ber xwe bidin û ji bo referandûmê têkoşînê geş bikin. Li dijî qirkirina civakê divê li ber xwe bidin û bibêjin NA." -
HPG'ê li ser bomberdûmana bi balafirên şer agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, êrîşên bi balafirên şer li herêmên Qendîl û Avaşînê hatin kirin, hatin têkbirin. -
Ehmed: Mûxalefeta rasteqîn a Sûriyeyê em in
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed kongreya xwe ya duyemîn, dagirkeriya Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî vê dagirkeriyê, ji ANF'ê re nirxand. -
Li gundê Talatê teqîneke dijwar rû da
Li gundê Talatê yê Nisêbînê, ku ev 8 roj in dor lê hatiye girtin, danê vê sibehê teqîneke dijwar rû da. Xirbeyên xaniyên hatine xerakirin jî bi qemyonên DSÎ ji gund tên derxistin. -
Li Bedlîsê qeyûm çav berda dikanan
Li Bedlîsê qeyûmê biryar da ku di bin navê 'projeya veguherîna bajêr' de dikanên li navenda bajêr hilweşîne. Dikandaran jî gotin ku ew ê dikanên xwe vala nekin. -
Şaredariya Stewrê jî hat desteserkirin
Şaredariya navçeya Stewr a Mêrdînê, ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat desteserkirin. -
Hevşaredarê Elkê hat binçavkirin
Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman ê DBP'yî, danê vê sibehê li mala xwe hat binçavkirin. -
'Ferman ranebû, ferman rakirin'
Yek ji 3 PKK'yiyên beriya fermana dawî ya li Şengalê li Êzidiyan rabû ji aliyê PDK'ê ve hat girtin, Zerdeşt Derwêş e. Derwêş da xuyakirin, ku amadekariya fermanê zûdeyî dest pê kiribû û qala rabûna vê fermanê kir. -
Ciwanên Wanê dibêjin 'Na'
Xwendekar û Ciwanên Wanê, beriya referandûma 16’ê Nîsanê dengê xwe eşkere kirin û gotin, li dijî zilma Erdogan û AKP’ê, li dijî planên tinekirina gelê Kurd wê bibêje 'NA'. -
'Qeymeqamê PDK'ê bi zanebûn kampa me dike hedef'
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên "Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn" da. -
Balafirên şer ên Tirk Qendîlê bomberdûman dike
Balafirên şer ên Tirk, herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parstinê yên Medyayê bomberdûman dike. -
Bav li gel 2 zarokên xwe hatin kutin, 2 jin jî birîndar bûn
Li gundê Hezwan a herêma Babê di encama gulebarandina wesayîta artêşa Tirk a dagirker de, bav li gel 2 zarokên xwe hatin kuştin, 2 jin jî birîndar bûn. -
Êrîşên dewleta Tirk li Efrînê hat şermazarkirin
Li navçeya Efrîn a Şêrayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hat şermezar kirin. -
Hevparên HDK’ê yên beşdarî berxwedanê bibûn: Serkeftin wê ya gelê Kurd be
Hevparên HDK’ê yên ku ji bo beşdarî berxwedana Xerabê Bava ya Mêrdînê bûn, diyar kirin ku tehmûla dewleta Tirk ji bo jiyîna gelê Kurd jî nîne û gotin: “Wê bi teqez serkeftin ya gelê Kurd be.” -
Li Qamişloyê mîtînga 'YPG vîna me ye' hat lidarxistin
Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava û Yekîtiya Rewşenbîr û Nivîskaran li Qamişloyê mîtîngek lidar xistin û xwedî li YPG'ê derketin. Di mîtîngê de şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst jî amade bûn. -
Li Dersîmê amadekariya operasyonê tê kirin
Gelek helîkopterên ji Tûgaya Komando ya 4. a li taxa Sîhenk a Dersîmê rabûn, berê xwe dan Geliyê Pîlemûriyê. -
Li Xerabê Bava û Talatê çi diqewime?
Herêma Omerya a girêdayî Nisêbînê ku yek ji keleha berxwedanê ya Nisêbînê ye ev 17 roj in ji hêla hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, êrîş li ser têne kirin û li dijî înfaz, îşkence û hilweşînê li ber xwe dide. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Cerablûsê dizî û talanê dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê, di dizî, talan û zordariyê de bê sînor in. Artêşa Tirk, çeteyên wê û qaşo polîsên wê, 60 TIR'ên barê wan madeyên xwarinê bûn û ji Cerablûsê diçûn Minbicê, desteser kirin. -
Ji ber parvekirinên li medya civakî, ceza li rojnamevan Arîf Aslan hat birîn
Arîf Aslan ê ku li Wanê rojnamevaniyê dike, ji ber parvekirinên xwe yên li ser malpera xwe ya facebookê, bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' bi salek û 3 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin. -
Çalakiyên îsal ên Newrozê wê bi dirûşma "Bi teqezî em ê bi ser bikevin" bên lidarxistin
Çalakiyên Newrozê wê îsal li Nisêbînê di 17'ê Adarê de dest pê bikin. Fînal jî wê di 21'ê Adarê de li Amed û Wanê pêk were.