KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê ji bo Essa Moosa peyama sersaxiyê weşand
KCK'ê got, "Bi mirina Moosa re em gelekî êşiyan" û sersaxî ji gelê Afrîka Başûr, malbat û dostên Moosa re xwest. -
Karayilan: Erdogan fortan li Minbic û Reqayê dike
Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bêyî destûra DYA û Rûsyayê nikare êrîşî Minbicê bike û got, Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, fortan li Bakurê Sûriyeyê dike, lê wê bi ser nekeve. -
Qeyûm keça xwe xist kar
Fazil Tamer, ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke Alîkarê Sekreterê Giştî hat tayînkirin, keça xwe li Şaredariya Rêya Armûşê, ku ew jî hatiye desteserkirin, bi cih kir. -
'Ji bo xwedî li mîrateya Babekan derkevim, tevlî nava refên PKK'ê bûm'
Gerîla Azad Mîrkan ê ji Azerbaycanê, qala civaka xwe û sedema tevlîbûna xwe kir û got, "Min di paradîgmaya Rêber Apo de rizgariya gelan dît û ji ber vê yekê tevlî nava refên PKK'ê bûm." -
'Li Wanê girtî di rewşeke xetere de ne'
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Wanê dimînin, bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin, ku hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin û gotin, tevî vê yekê îşkence û êrîşên li dijî wan derketine asta herî bilind. -
3 kesên ku li gundê Xerabê Bava hatin binçavkirin hatin girtin
Ji 5 kesên ku li gundê Xerabê Bava yê girêdayî Nisêbînê ku bi derbkirinê hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin. -
Welatiyên Efrînê êrîşên dewleta Tirk a faşîst şemezar kirin
Welatiyên Kantona Efrînê polîtîayên qirker û êrîşên mêtinger ên dewleta Tirk a faşîst ya li dijî gelê Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. -
Cenazeyê endamê HPC’ê Mûaz Îsa hate veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê HPC′ê Mûaz Îsa li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Aykût ê ku hate êşkencekirin dîsa birin qereqolê!
Abdî Aykût ê ku li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hate êşkencekirin, bê ku dermankirina wî biqede dubare birin qereqolê. Vetha Aykûd anî ziman ku ev tê wateya domandina êşkenceyê. -
Li Mêrdînê amedekariya êrîşan
Li gundê Qûrdîsa girêdayê navçeya Artûklû ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hate îlankirin û piştî îlanê sewqiyeta leşkerî hate destpêkirin. -
Li Efrînê Tugay YPG’ê hate avakirin
Li Efrînê Tugaya Şehîd Xebat Dêrik a girêdayî YPG’ê hate îlankirin. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî axa Rojava dewam dikin
YPG'ê diyar kir, artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên Efrînê û Çilaxa yên Rojavayê Kurdistanê zêdegavî û êrîş kirine û di encama destwerdana hêzên YPG'ê de pêşî li van êrîşan hatiye girtin. -
Karayilan li ser 'operasyona derveyî sînor' got: Eger bên, wê bersiva xwe bigirin
Mûrat Karayilan, li ser hevdîtinên bi Nêçirvan Barzanî û Celal Talabanî re agahiyên girîng da. Karayilan, mesaja ku Erdogan û Abdullah Gul piştî şerê Zapê dan Talabanî, cara yekemîn eşkere kir. -
Li Amedê li ser şiba trenê teqînekê rû da
Li nêzî gundê Karpûzlû yê Amedê, li ser şiba trenê teqînekê rû da. -
Karasû: Destûra Bingehîn a nû ji ya 12'ê Îlonê bêhtir faşîst e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku Destûra Bingehîn a nû ku tifaqa AKP-MHP'ê daniye ber Tirkiyeyê, ji Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê bêhtir faşîst e. -
Li Sûrê talana dewletê berdewam dike
Li Sûrê 'qedexeya derketina derve' berdewam dike. Kevirên reş ên ku bi qemyonan li Geliyê Dîclê vala dikin jî şahidên herî mezin ên talana li Sûrê ne. -
Dewleta Tirk xwe amade dike ku êrîşî gundekî din ê Mêrdînê bike
Hêzên dewleta Tirk ên li gundê Qurdiskê yê Mêrdînê derketina derve qedexe kir, amadekariyan dikin ku êrîşî vî gundî bikin. -
Parlamenterê HDP'ê Ayhan hat binçavkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li balafirgeha Rihayê hat binçavkirin. -
Li Zapê leşker bû, li Ertûşê gerîla
Şahan Gelî ku di operasyona Guneş de leşker bû, niha gerîla ye. Gelî bi gotina "Zêdeyî 300 leşker mirin. Lê belê nehat eşkerekirin. Ji xwe ne xema kesî jî bû" wan rojan bibîr dixîne û agahiyên balkêş dide. -
16 welatiyên sivîl ên ku xwestin ji Babê birevin jiyana xwe ji dest dan
Ji ber sedemê êrîşên dewleta Tirk a li ser Babê, 16 sivîlên ku xwestin xwe bigihînin Efrînê, di encama teqîna mayîna çeteyan a ji berê ve bicih kirbû jiyana xwe ji dest dan. -
Oldarên Başûrê Kurdistanê, serdana Qendîl kirin
Oldar û endamên Terîqata Qadirî yên ku bi armaca şermezarkirina êrîşên deweleta Tirk a li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê û piştgirîdayîna gerîlayan, Qendîl ziyaret kirin, ji bo lidarxistina Kongreya Navneteweyî bang kirin. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Kobanê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyên şervanê YPG'ê Gîvara yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de û Hejar Mehabad ê di encama kiriza dil de şehîd bibûn hatin veşartin. -
YPG: Şehîd Mam Hejar nîşana yekîtiya gelê Kurd e
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi nasnavê Mam Hejar dihat nasîn ku li Kobanê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da eşekere kir. -
Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel hatin bibîranîn
Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel, ku par li Cizîrê hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. -
YPS: Li Kerboranê 2 çeteyên qesrê hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand, li navçeya Kerboran a Mêrdînê li dijî wesayîteke polîsan a li dewriyê digeriya çalakiyek hatiye lidarxistin.