KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
MSD’ê nexşerêya xwe eşkere kir
MSD’ê Nexşerêya çareseriyê yên rêxistina xwe eşkere kir. -
Aykût ê duh hate girtin, rakirin nexweşxaneyê
Abdi Aykût ê li gundê Xerabê Bava di bin çavan de hate êşkencekirin û duh hate girtin, ji ber giranbûna rewşa wî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ,rakirin nexweşxaneyê. -
Li Şengalê provakasyonên PDK’ê
Koma ku bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ tên naskirin ku girêdayî PDK’ê ne bi wesayîtên zirxî û çekên giran xwestin bikevin qadên bajarokê Xanesor ê Şengalê ku di bin kontrola hêzên YBŞ’ê de ne. -
Li 12 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 12 gundên navçeyên Licê û Hezro yên Amedê, dewleta Tirk derketina derve "qedexe" kir. Hat ragihandin, li vê herêmê amadekarî ji bo operasyona leşkerî tê kirin. -
Hêzên Tirk bombe li gundê Ûlaşli yê Minbicê barandin
Hêzên dagirker ên Tirk, bombe li gundê Ûlaşli yê bi 29 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye barandin. -
Amedê peyama xwe da: Ji rejîma yek-zilamî re NA
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di civîna gel a Amedê de axivî û got, "16’ê Nîsanê em ê ji AKP’ê re bibêjin, oxir be!" -
Li Semsûrê erd hejiya
Li navçeya Samsat a Semsûrê, bi dijwariya 5.8 pileyî erd hejiya. -
Çeteyên Tirk miriyên xwe li naverastê hiştin û reviyan
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bersiv dan çeteyên hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku êrîşî gundên li rojavayê Minbicê kirin. 12 cenazeyên çeteyên li vir hatin kuştin, li herêma di kontrola şervanan de ye mane. -
Hêzên dewleta Tirk avêtin ser gundekî Sêrtê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser gundê Eyne yê navçeya Dihê ya Sêrtê. Li gorî agahiyan, bi qasî 40 kes hatine binçavkirin. -
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Zehra Dogan hat birîn
Li rojnamevan Zehra Dogan, 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Dogan roja 9'ê Kanûnê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derketibû. -
Berê koçberan li Minbicê ye
Buroya Koçberiyê ya ser bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ragihand, di nava 2 rojan de 40 hezar koçber hatine herêmên rizgarkirî yên Minbicê. -
Fermandar Suwar Minbic: Em herêma xwe bi dest Tirkan ve bernadin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mazlûm Suwar Minbic: Em van herêman ku me bi xwîna şehîdên xwe azad kiriye bi dest Tirkan ve û çeteyên wan DAIŞ'ê ve bernadin. -
Li Wanê gel ji bo ‘NA’ daket kolanan
Li Wanê DBP û HDP’ê bi hev re daxuyaniya çapemeniyê dan û starta xebata referandûmê dan. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Rûsyayê tifaqeke nû kirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, ku wan bi Rûsyayê re tifaq kirine û li gorî vê yekê, wê gundên li rojavayê Minbicê ji bo ji artêşa Tirk û çeteyên wê bên parastin, radestî yekîneyên ewlekariya sînor a rejîmê bên kirin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê topan davêjin gundên Arîma
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Minbicê û gundên li derdorê dewam dikin. Li gorî agahiyan, artêşa Tirk tevî çeteyên xwe topên obusê avêtine vê herêmê. -
'Astengiya herî mezin a li pêşiya Sûriyeya demokratîk, dewleta Tirk e'
Yek ji şervanên Ereb ên YPG'ê Yasser, li ser şerê li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê çavdêriyên xwe vegot û destnîşan kir, ku ew ê Sûriyeyeke demokratîk û jiyaneke azad ava bikin. -
19 roj in gundê Xerabê dorpêçkirî ye
Gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ev 19 roj in ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dorpêçkirin. -
Êrîşên li rojavayê Minbicê hatin şikandin: 12 çete hatin kuştin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li rojavayê Minbicê hatin şikandin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin û wesayîtek hat rûxandin. -
Li Şaredariyên hatine desteserkirin, kadrotî tê firotin!
Li Şaredariyên Amedê, ku piştî hatin desteserkirin radestî Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî hatin kirin, pozîsyonên kadrotiyê bi pereyan tên firotin. -
Cigirên hevşaredarên Agiriyê ji peywirê hatin girtin
Piştî ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve Hevşaredarên Agiriyê Sirri Sakik ji erkê hate girtin û şûnde, cigirên hevşaredar jî ji pewirê hatin girtin. -
Abdî Aykût ê li gundê Xerabê Bava hate êşkencekirin hate girtin
Abdî Aykût ê li gundê Xerabê Bava hate binçavkirin û êşkencekirin, li gel keyê gundê Cibilgirava hate girtin. -
DYA: Em li bendê ne ku wê Kurd tevlî Operasyona Reqayê bibin
Korgeneral Stephen Townsend ê ku operasyona DYA’‘yê li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞ'ê bi rê ve dibe, diyarkir ku bi hêvîne ku Kurd jî beşdarî operasyona Reqa ya li dijî çeteyan bibin. -
Cenazeyê 4 şervanan li Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê spartin axê. -
Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê bi hev re êrîşî gundên Minbicê kirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê û DAIŞ’ê di seatên serê sibehê de êrîşê gundê dikevin rojavayên Minbicê kirin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerwan Derwîş ragihandin ku êrîş û şer heta niha jî didomin. -
OHD’ê têkildarî Xerabê Bava raporek weşand
OHD: Bûyerên li gund hatin kirin; dide nîşandan ku pêkanînên di qanûnî yên qedexe kirinê yên ji sala 2015’an û vir ve li ser gelek navçe û gundan hatin kirin dewam dikin.