KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Şengalê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên 5 Şervanên YBŞ/YJŞ'ê, Endamekî Asayîşa Êzidxanê û Gêrîlayê HPG'ê ku di êrîşa çeteyên PDK û AKP'ê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Çiyayê Şengalê hatin veşartin. -
YPG'ê nasnameya 4 şervanên şehîd eşkere kir
Navenda ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên ku li Reqqa di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn eşkere kir. -
Artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşî gundê Minbicê dike
Artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşî gundên li rojavayê Minbicê dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşê da û li herêmê şerê dijwar diqewime. -
Gelê Qendîlê: Êrîşa li ser Şengalê nayê qebûlkirin
Gelê Qendîlê gotin êrîşên hêzên PDK’ê yên li ser Yekîneyên Parstina Şengalê nayê qebûlkirin. -
Ciwanên bajarê Sine bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin
Ciwanên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li ser Çiyayê Avyarê daxuyaniyek dan û êrîşên çeteyên PDK û AKP'ê yên li ser Şengalê şermezarkirin. -
Ruhê Derwêş û Edûlê li Şengalê dijî
Dayikên ku di fermana 73’an de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê îro jî heman dayikên Êzidî ne, ku çeka xwe girtine û li kêleka şervanê YBŞ û YJŞ’ê di çeperên berxwedanê de milê xwe dane şervanên azadiya Êzidxanê. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê dewam dikin. -
Şervanên Xezeba Firatê bi 19 kîlometreyan bi pêş ve çûn
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 19 kîlometreyan ber bi bakurrojhliatê Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn. -
Êrîşa çekdarên PDK'ê li Kelarê hat şermezarkirin
Li herêma Kelar a Germiyanê, êrîşa PDK'ê ya li Şengalê hat şermezarkirin. Girseya gel ji PDK'ê xwest, derhal êrîşên xwe bisekinîne. -
YRD: Ji bo rastiyê veşêrin, ewilî êrîşî rojnamevan Nûjiyan kirin
Komîteya YRD'ê diyar kir, bi tank û maşînên li ser wan ala Kurdistanê hebû êrîş li Êzîdxanê hatiye kirin û got, "Ji bo rastî neyê zanîn, di destpêkê de rojnamevan Nûjiyan Erhan kirine hedef." -
Konvoya 6 şehîdên Şengalê bi rê ket
Cenazeyên 4 şervanên YBŞ/YJŞ, endamekî Asayîşa Êzdîxanê û gerîlayek HPG’ê ku li Xanesorê di êrîşa komên çete yên girêdayî PDK’ê de şehîd bûn, ber bi Çiyayê Şengalê ve derxistin rê. -
HPG: Li Şengalê di êrîşeke namerdî de 2 gerîlayên me şehîd bûn
Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên li Şengalê di encama êrîşa çeteyên PDK'ê de şehîd bûn, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "2 gerîlayên me di encama êrîşeke namerdî de şehîd bûn." -
Xezeba Firatê: 2 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, 2 gundên din ên li aliyê Ebû Xeşebê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
KODAR: Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana Şengalê re ye
KODAR'ê diyar kir, çekdarên PDK'ê bi heman rêbaza çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirine û got, gelê Rojhilatê Kurdistanê wê li dijî van çeteyan jî xwedî li Şengalê derkeve. -
Pêngava Xezeba Firatê: Gundek hat rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gundê Cib Xelîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û 9 km ber bi Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn. -
Êrîşa li dijî civaka Êzidî li Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin
Êrîşa PDK'ê û çeteyên Tirkan a li dijî Şengalê, li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi xwepêşandanên girseyî tê şermezarkirin. -
Cenazeyên şehîdên Şengalê îro tên veşartin
Cenazeyên 4 şervanên YBŞ/YJŞ, endamekî Asayîşa Êzdîxanê û gerîlayek HPG'ê ku di êrîşa komên çete yên girêdayî PDK û AKP’ê de roja 3'ê Adarê de li ser Xanesorê şehîd bûn, wê îro li Çiyayê Şengalê bên veşartin. -
Du gerîlayên li Şengalê hewl dan pêşî li şer bigirin, hatin şehîdxistin
Li Şengalê, du gerîlayên HPG'ê yên hewl dan pêşî li şerê ji ber êrîşa hêzên PDK'ê derket bigirin, hatin şehîdxistin. Dîmenên dema şehîdxistina gerîlayan hatin kişandin. -
'Dagirkerî her gava ku tengav dibe, Kurdên xwefiroş dixe dewrê'
Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên PDK, AKP û DAIŞ'ê yên li Xanesorê dan û gotin, "Hêzên dagirker, her ku li hemberî berxwedana gelê Kurd tengav dibin, bi destê Kurdên xwefiroş, xiyanetê dixin dewrê." -
Bi 10 pirs û bersivan vegotina rewşa li Şengalê
Bi rêya 10 pirs û bersivan, me hewl dan êrîşên li Şengalê di 2'ê Adarê de li dijî civaka Êzidî hatin destpêkirin, vebêjin. -
Li Licê operasyon û bomberdûman tê kirin
"Qedexeya derketina derve" ya li 12 gundên Hezro û Licê dewam dike. Îro jî li 18 gundên din ên Licê derketina derve hat qedexekirin. Li gorî agahiyan, hêzên dewleta Tirk bombeyan li bejahiya gundê Mêrgê yê Licê dibarînin. -
Pêngava Xezeba Firatê: Em ê dorê li navenda Reqayê bigirin
Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ragihand, ku ew ê ji îro û pê ve dorê li navenda bajarê Reqayê bigirin. Odeya Çalakiyê diyar kir, ew bi koalîsyona navneteweyî re tevdigerin. -
Gelê Minbicê êdî bêparastin nîne
Minbic, tevî ku azad bûye, her tim di hedefa gef û êrîşên dewleta Tirk û çeteyan de ye. Lê belê li dijî van êrîşan bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê re sîstema xwe ya parastinê ava kiriye. -
Rojnamevan dibêjin 'Na'
Rojnamevanên li Amedê referandûma 16'ê Nîsanê pêk bê nirxandin û diyar kirin, ji bo rojnamevanên hatin kuştin û yên di girtîgehan de wê bibêjin 'Na'. -
Dayikên Êzidî: Barzanî Şengal firot Erdogan
Dayikên Şengalê yên ji ber êrîşên çekdarên PDK'ê bi hêrs in gotin, "Barzanî ewilî em firot DAIŞ'ê, niha jî em firot Erdogan." Dayikan gotin, hewl tê dayîn, fermana 73'an bê temamkirin, lê ew ê nehêlin.