KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şervanan wesayîtekî artêşa Tirk rûxand
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk rûxand û 16 çete jî hatin kuştin. -
Hêzên girêdayî PDK'ê êrîşî xwepaşandana protestoya ji bo Şengalê kirin
Li navçeya Silêmanî Çemçemalê xwepêşandanekî protestoya ji bo êrîşa li ser Şengalê hat lidarxistin. Piştî çalakiyê hêzên girêdayî PDK'ê êrîşî xwepêşandêran kir û di encamê de Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Omer Hacî Hisên birîndar bû. -
Şervanan Pêngava Xezeba Firatê çete dorpêç kirine
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li derdora gundê El-Cezera, kargeheke çêkirina mayînan dîtin û çete hatine dorpêçkirin. -
Girseya welatiyên Rojava li kampa Seîd ya li Şengalê ne
Êzidiyên ji Hesekê ku ji bo piştgiriyê bidin civka Êzidî û berxwedana şervanên YBŞ/YJŞ‘ê çûbûn Şengalê, serdana Kampa Seîd a li Serdeştê ya li Çiyayayê Şengalê kir. -
Ciwanên Şengalê: Em ê Barzanî û Erdogan ji Êzidxanê derxin
Meclîsa Ciwanên Şengalê têkildarî êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da û got: “Em dagirkeriya Erdogan û Barzanî li ser xaka Êzîdxanê qebûl nakin.” -
Li Wanê xebatên ji bo kampanya 'NA' dewam dike
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên wanê, xebatên xwe yên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê didomînin. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan û Adem Geverî li Payîzavayê çûn serdana gel û rêxistinên civakî yên sivîl. -
Li Şemzînanê çalakiya gerîla
Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan 6’ê Adarê li Şemzînanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine. -
Li konên sersaxiyê yên ji bo şehîdên Şengalê hatin vedan, xêr hat belavkirin
Ji bo şervanên YBŞ/YJŞ’ê, gerîlayek HPG’ê û endamekî Asayîşa Êzdîxanê ku di êrîşa komên PDK’ê de li Xanesorê şehîd bûn, di bin konên sersaxiyê de xêr hat belavkirin. -
Malbatên şervan û şehîdan: Bila PDK komên xwe ji Şengalê vekişîne
Malbatên şervanên Şengalê û şehîdan li dijî êrîşên komên çete yên bi ser PDK’ê ve daxuyanî dan û gotin bila PDK komên xwe ji Şengalê bikişîne. -
Dayikên Şengalê: Em ê xwe bikin mertal, lê nahêlin ew werin
Dayikên Şengalê yên ku piştî êrîşa komên çeteyan ên PDK’ê bi ser çeperên êrîşkaran ve meşiyan gotin, "Em ê dîsa li ser piyan bin. Em ê xwe bixin navbera wan û zarokên xwe. Bila em şehîd bikevin, lê em nahêlin zarokên me şehîd bibin." -
Êzidiyên li herêma Hesekê derbasî Şengalê bûn
Bi sedan Êzidiyên herêma Hesekê, ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê û berxwedana YBŞ/YJŞ'ê danê sibehê bi rê ketin, ji sînorê Holê derbasî herêma Şengalê bûn. -
PDK'ê careke din êrîşî Êzidiyan kir
Êzidiyên ku ji bo destekê bidin Şengalê ji kampa Newrozê ya li Rojava bi rê ketin, bûn hedefa çeteyên PDK'ê. -
PDK amadekariyan dike ji bo êrîşî PKK'ê bike
Li gorî agahiyan, PDK zextê li pêşmergeyên xwe yên li herêmên Soran û Balekayetî dike, ku li dijî PKK'ê şer bikin. Her wiha yekîneyên kontr-gerîla jî amade dike. -
Malbata Şehîd Ednan: Heya xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin
Malbata şervanê YBŞ’ê Ednan Reşo Qulo (Arif Şengalî) ku di êrîşa komên çete yên PDK’ê de şehîd bû, diyar kir ku ew nahêlin fermaneke din bi ser wan de bê û heta xwîn di canê wan de hebe, wê têbikoşin. -
PKK: Êrîşa li Şengalê, dewama qirkirina Êzidiyan e
PKK'ê bal kişand ser planên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd û diyar kir, PDK'ê jî di van êrîşên xwe de bi kar tînin. -
Hozat: Nokerî, xayintî û xiyanet bi kêrî kesî nayê
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, hevdîtinên navbear AKP û PDK'ê nirxand û got, "Di hevdîtina Enqereyê de plana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd derket. Wê êrîşî qadên gerîla jî bikin." -
Erebên ji Mêrdînê: Em ê bêjin NA
Di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku wê 'Guhertina Destûra Bingehîn û Sîstema Serokatiyê' ya AKP'ê pêşkêşî dengdanê bê kirin, gelên li Kurdistanê bi biryar in bêjin 'NA'. -
Dorpêçiya li gundên Licê dewam dike
Li Licê, di operasyona berfireh a artêşa Tirk de ku bi 8 hezar leşker, polîs û cerdevanan dimeşîne, gund tên bombekirin. Hêzên çekdar ên Tirk yek bi yek davêjin ser malan. -
Li Sêwerekê operasyona qirkirina siyasî
Li Sêwerekê polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan û 22 kes binçav kirin. -
Şaredariya DBP'yî hat dagirkirin
Şaredariya Gêlê ku Walîtiya Tirk a li Amedê duh hemû erk jê stand, îro danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dagirkirin. -
Zaroka Şengalê Henan: Bila ev çeteyên hov ji vir derkevin
Zarokên Şengalê jî ji êrîşa çekdarên PDK'ê aciz in û dixwazin ji herêma wan derkevin. -
Şervanên YBŞ/YJŞ qala êrîşa çekdarên PDK'ê kirin
Komên çekdar ên PDK'ê, di 3'ê Adarê de êrîşî çeperên şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê kirin û ji ber vê êrîşê bi qasî 3 saetan şer qewimî. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên rasterast bûn hedefa vê êrîşê, qala êrîşê kirin. -
Kaftan: Zarokên Minbicê wê xwe biparêzin
Hevserokê Meclîsa Siyasî ya Minbicê Îbrahîm Kaftan got, "Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çawa ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, wê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê jî şer bikin." -
Artêşa Tirk û çeteyên wê herêma Şehba bombe dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê, bajaroêkê Til Rifet û gundê Şêx Îsa yên girêdayî herêma Şehba ya Rojava bi fuzeyan bomberdûman dike. -
Cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin definkirin
welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê û artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.