KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li rojavayê Minbicê hatin şikandin: 14 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li ser gundên rojavayê Minbicê şikandin, 14 çete hatin kuştin. -
Li Dersimê 31 herêm weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin
Walîtiya Dersimê ragihand, navenda Dersimê û 4 navçeyên bejahî bi giştî ji bo 31 herêman ji 2’yê Adarê heta 16’ê Adarê herêmên ewlehiya taybet hatiye îlankirin. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Qere Baba dike
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Qere Baba ya Kantona Efrînê dike. -
‘Ti cudahî di navbera guleya li Şengalê û bombeyên li Qendîlê tên barandin nîne’
Li Binarê Qendîlê êrîşa provakatîf a ku ji aliyê komên çete yên girêdayî PDK’ê li ser Şengalê pêk hatibû, hat protestokirin. -
Li Qamişlo cenazeyên 2 Şervanên YPG'ê hatin veşartin
Welatiyên Qamişloyê bi merasîmekî cenazeyên 2 Şervanên YPG'ê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê, nasnameya 7 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Fermandariya Gişti ya YBŞ û YJŞ bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên YBŞ/YJŞ’ê û 2 gerîlayên HPG/YJA-Star ên di encama êrîşa çeteyên PDK’ê ku li ser Xanesor a Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû eşker kir. -
Li Wanê kesek hat binçavkirin
Li Wanê di seatên êvarê de polîsan di ser malan de girtin û jinek hate binçavkirin. -
Li Şengalê amadekariyên êrîşeke nû
Çeteyên bi çek ên ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatine perwedekirin, ji bo êrîşekî nû amadekariyên xwe dikin. -
Li rojavayê Minbicê şerê dijwar diqewimin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşên Trkiyeyê û çeteyên wê ya li ser gundên Rojava Minbicê didin. Li herêmê şerên dijwar didomin. -
‘Em ê Minbicê û gelê xwe ji êrîşan biparêzin’
Dewleta Tirk bi armanca dagirkeriya Bakurê Suriyeyê ev çend roje bi çeteyan ve êrişên xwe yên li ser gundên rojhilatê Minbicê didomînin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di derbarê êrîşan de ji ajansa me re axivî. -
Di êrîşa şengalê de 21 endamên MÎT’ê cih girtine
Li gorî agahiyên hatin girtin di êrîşa ji aliyê çeteyên girêdayî PDK’ê ku li ser Xanesor a Şengalê hate kirin de 21 endamên MÎT’ê jî cih girtine. 450 kesên ku şandine Xanesorê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin perwerdekirin. -
KCK: Divê bi lezgîn êrîşên li ser Şengalê bi dawî bibin
KCK’ê diyar kir ku têkiliyên PDK’ê ya li gel lihevkirna AKP-MHP’ê bi armaca tinekirina Tevgera Azadiya Kurd e. KCK’ê bal kişand ku li dijî êrîş û zextan gavan şûnde navêjin. -
Welatiyên Şengalê li dijî êrîşên çeteyên PDK’ê daketin kolanan
Welatiyên gundê Borik ê girêdayî Sinûnê li dijî êrîşên komên çete yên bi ser PDK’ê ya li ser Xanesorê çalakiyek lidar xist û gotin ku ew ê heta dilo xwîna xwe ya dawî li berxwe bidin. -
Çeteyên PDK’ê amadekariyên êrîşeke nû dikin
Çeteyên PDK’ê li ser rêya diçe bajarê Şengalê, çeperan çêdikin. -
Li Wanê êrîşa bi ser Şengalê de hate şermezarkirin
Rêxistinên Bajêr ên HDP'ê û DBP'ê yên Wanê êrîşên bi ser Şegalê de yên ji hêla PDK'ê ve şermezar kirin. -
Fermandariya YBŞ/YJŞ: Heta ku rewşek wiha hebe wê bibe zemîna aloziyan
Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê bal kişan ser êrîşên li ser Xanesorê ku piştî hevdîtinên li Enqereyê pêk hatine û destnîşan kir ku komên êrîşkar çete ne û di nava wan de yên ku tevlî fermana Êzidiyan bûne jî hene. -
YPG’ê bîlançoya meha Çile û Sbatê eşkere kir
YPG: Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi bîlançoya meha Çile û Sibatê eşkere kir, li gorî vê; 260 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me ne. 18 çete bi saxî hatine girtin. -
Hevserokê PJAK'ê Muînî: Barzanî di xizmeta mêtingeran de ye
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Muînî diyar kir ku êrîşa PDK'ê ya bi ser Şengalê de di xizmeta mêtingeriyê de ye û got, ''PDK xelekeke dî li zincîra îxanetê ya dîroka xwe zêde dike'' -
Li Minbicê êrîş hatin şikandin, 5 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşa komên çete yên navê Diri El-Firat (Mertala Firatê) dan. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, panzerek û tankek hate ruxandin. -
Li Mexmurê êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê hat şermezarkirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşên PDK’ê yên bi hevkariya AKP’ê ve li Şengalê hatin şermezarkirin. -
Gelê Başûr: Êrîşên bi ser Şengalê de li Enqerê hatiye plankirin
Gelê Kerkûkê li dijî êrîşên PDK û çeteyên girêdayî Tirkiyê yên bi ser Şengalê, hêzên YBŞ-YJŞ'ê de helwest nîşan dan û gotin, ''hemû Kurd û partiyên siyasî divê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin''. -
Accac: Ji Babê ta bi Raîyê em ê hemû qadan azad bikin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Babê Ebû Accac: Ji Babê bigirin ta bi Cerablûs û ji wir jî ta bi Raîyê em ê van hemû deveran azad bikin. -
Li Xanesor alozî didome, wê daxuyanî were dayîn
Tê payin ku di saetên pêş de YBŞ têkildarî êrîşa bi ser Xanesorê de daxuyaniyekê bide. -
YRA’yê armanckirina rojnamevanan a ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê armanckirina rojnamevanan a ji aliyê PDK′ê ve şermezar kir. YRA diyar kir ku divê PDK ji xebatên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê re rêzdar be. -
Artêşa dagirker û çete Şêx Îsa û Til Rifet topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet, topbaran dikin.