KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cilbilhêmer rizger kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cibilhêmer a rojavayê Minbicê rizgar kirin, di şer de 6 çekdarên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin. -
Cenazeyên 5 Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyên 5 Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di berxwedana li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê hatin veşartin. -
‘Şengal rûmeta me ye, bimre îxanet’
Li Kobanê û Serêkaniyê, êrîşa koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku girêdayî PDK’ê ne ya li ser Şengalê hate protestokirin. -
Aloziya li Xanesorê hê jî didome
Êrîşa çekdarên PDK’ê dayîn destpêkirin heta danê nîvro dewam kir, aloziya li herêmê hê jî didome, şervanên YBŞ/YJŞ’ê jî tedbirên xwe yên parastînê zêdetir kirine. -
Heyeta serdana gundê Xerabê Bava û Talatê kirin: Şûnde gav nayê avêtin
Heyeta ku serdana gundê Xerabê Bavê û Talatê kirin diyarkirin ku dewletê li van gundan fermana 3. kirine û wiha hat gotin: "Em carek din diyar dikin ku em gav paşve na avêjin." -
Êzidiyên li Kampa Newrozê êrîşa li ser Şengalê protesto kirin
Welatiyên Êzidî yên li Kampa Newroz ya bajarê Dêrikê dimînin, êrîşa PDK'ê ya bi piştgirya dewleta Tirk ya li ser Şengalê protesto kirin. -
Li rojavayê Minbicê şer dijwar bû, panzerek hate rûxandin
Li gundên rojavayê bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker de şereke dijwar rû da. Şervanan panzêreke artêşa dagirker rûxandin. -
HDP: Pêwîstiya gel bi yekîtiya netewî heye, ne bi şer
Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyarkir ku pêwîstiya gel bi yekîtiya netewî heye ne bi şer û bang li Barzanî kir ku dev ji van nêzikatiyên xwe berde. -
TEV-DEM`ê ji bo pêşîgirtina êrîşan banga piştgiriya Şengalê kir
Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê bang li hemû partî û saziyên kurdistanî kir ku piştgiriyê bidin civaka Şengalê û bi hev re pîlanên Tirkiyê têk bibin. -
Çekdarên PDK’ê rojnamevanan dikin armanc, 2 rojnamevanên Çira TV birîndar bûne
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li Şengalê 2 rojnamevanên kanala Çira TV yên ku li herêmê bûyer dişopandin, di êrîşa çekdarên PDK’ê de hatin birîndarkirin. -
Her ku diçe nerazîbûn zêde dibin
Li dijî êrîşên pêşmergeyên PDK’ê û koma bi navê “Pêşmergeyên Rojava” nerazîbûn dijwar dibin. Ji bilî civaka Êzidî beşek ji pêşmergeyan jî ji van êrîşan nerazîne. -
KCK: Em ê Şengalê ji qirkirina duyemîn biparêzin
Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK'ê têkildarî êrîşên bi ser Şengalê de daxuyanyeke niviskî da û got, ''Hêzên ku îro êrîşên bi ser Şengalê de digirin û hêzên ku 2014'an bi ser Şengalê de girtin xwedî heman hişmendî û armancên polîtîk in'' -
Dayikên Êzîdxanê ber bi çekdarên PDK’ê ve dimeşin
Piştî şerê di navbera çekdarên PDK’ê û şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayişa Êzidxanê de şer derket, dayikên Êzidxanê ketin meşê û ber bi çekdara ve eniyên çekdaran ve meşiyan. -
Êrîşên li dijî gundên Minbicê dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên artêşa azad ên li dijî gundên Minbicê dewam dikin. -
Ji Sozdar Avesta li dijî êrîşên PDK’ê banga ‘Seferberiyê’
Endama Konseya Rêveber a Giştî ya KCK’ê Soszdar Avesta, beşdarî ÇIRA TV bû, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê nirxandin kir. -
Derket holê 2 ji 4 kesên li Şengalê hatin girtin çeteyên DAIŞ'ê ne
Derket holê, 2 ji 4 kesên di dema êrîşa hêzên PDK'ê de ji aliyê YBŞ'ê ve bi saxî hatin girtin, endamên DAIŞ'ê ne. -
HPG'ê li ser operasyonên artêşa Tirk agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya artêşa Tirk li ser operasyon û çalakiyên rojên dawî agahî. -
Şêniyên Kampa Newroz jî ketin çeperên berxwedanê
Şêniyên Kampa Newrozê berê xwe dan Êzîdxanê û li dijî êrîşa çekdarên PDK'ê ketin çeperên berxwedanê. -
Şaredariya Elkê hat desteserkirin
Beriya bi çend rojan Hevşaredarê Êlkê yê DBP'yî Nûrettîn Ataman hatibû binçavkirin, li şûna Ataman qeyûm anîn ser Şaredariya Elkê. -
Gelê Xanesorê: Em ji Barzanî û Erdogan natirsin
Şeniyên Xanesorê: "Bila her kes rabe ser xwe. Îro roja xîret û namûsê ye. Çawa di qewilê me de digotin ku wê rojeke Êzidî pişta dijmin bişkîne û nava welatê me derxe, ev roj ew roja qewlê me de tê gotine." -
PDK li Kerkûkê hat şermezarkirin: Bes xizmetê ji dewleta Tirk re bike!
Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiyê û Tevgera Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyekê, êrîşên çeteyên PDK'ê yên li Şengalê şermezar kirin. -
Dîmenê destpêkê yê şerê li Şengalê
Dîmenê şerê navbera hêzên YBŞ/YJŞ'ê û çekdarên PDK'ê yê li Şengalê, ji aliyê nûçegihanên ANF'ê ve hat kişandin. -
Bi dehan cenazeyên çekdarên PDK'ê rakirin nexweşxaneyê
Bi dehan cenazeyên çekdarên PDK'ê yên di şerê li Xanesorê de hatin kuştin, rakirin nexweşxaneya Sinûnê -
Parlamenterên HDP'ê yên Êzidî ji PDK'ê re gotin: Bes xiyanetê bike!
Parlamenterên HDP'ê yên Êzidî Ûca û Atalan nerazîbûn nîşanî êrîşa PDK'ê ya li Şengalê dan û jê xwest, van êrîşan derhal bisekinîne. -
Bi dehan 'Pêşmergeyên Rojava' teslîm bûn
Di şerê ji ber êrîşa PDK'ê li Şengalê derketî de, bi dehan çekdarên PDK'ê hatin kuştin. Hat ragihandin, bi dehan çekdarên bi navê 'pêşmergeyên rojava' jî xwe radestî hêzên YBŞ/YJŞ'ê kirine.