Dayikên Êzîdxanê ber bi çekdarên PDK’ê ve dimeşin

Piştî şerê di navbera çekdarên PDK’ê û şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayişa Êzidxanê de şer derket, dayikên Êzidxanê ketin meşê û ber bi çekdara ve eniyên çekdaran ve meşiyan.

Piştî ku çekdarên PDK’ê serê sibehê bi çekên giran êrîşê şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayişa Êzidxanê kirin. Hê jî alozî berdewam dike. Dayikên Êzidxanê yên Xanesorê û cihên cuda dest bi meşe kirin û ber bi eniyên çekdarên PDK’ê ve dimeşin.

Dayika heta niha çeperê yekemin ê çekdaran derbas kirine û niha ber bi çeperê duwemin ve dimeşin. Dayikên Êzidxanê li hemberî êrîş û dagirkeriya PDK’ê bi hêrs in.

Meşa dayîka didome.