Şêniyên Kampa Newroz jî ketin çeperên berxwedanê

Şêniyên Kampa Newrozê berê xwe dan Êzîdxanê û li dijî êrîşa çekdarên PDK'ê ketin çeperên berxwedanê.

Piştî ku hat bihîstin çekdarên PDK'ê êrîşî Xanesorê kirine, Şengaliyên li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê.

Kesên ku dikarin rahêjin çekê, bi taybetî ciwanan yekser berê xwe dan Şengalê û li Xanesorê li kêleka şervanên YBŞ/YJŞ'ê ketin çeperên berxwedanê.

Şêniyên kampê, niha tevî şervanên azadiyê Êzîdxanê ji êrîşa çekdaran diparêzin.