Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cilbilhêmer rizger kirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cibilhêmer a rojavayê Minbicê rizgar kirin, di şer de 6 çekdarên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa dewletaTirk û çeteyên wê ya li ser gundên Til Torîn, Tûta, Korheyûk û Olaşlî şikandin û gundê Cibilihêmer a 34 km dikeve rojavayê Minbicê, rizgar kirin.

Di şer de, 6 çekdarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û rêjeyek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

Li derdora gundê Korheyûk û Olaşlî, şer didomin.