KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Eniya Şoreşger: Bêdengî hevkariya komkujiyan e
Eniya Şoreşger li ser êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava, Cibilgirave û Talate yên Nisêbînê daxuyaniyek weşand û got, "Ya ku mirovan dikuje, tirs û bêdengî ye." -
'Ez bi erka xwe ya welatparêziyê rabûm'
Ciwanê Êzidî Dilşer Şengalî, di sala 1999'an de ji ber zexta dewletê li Ewropayê bi cih bû. Ji ber komkujiya li Şengalê ya sala 2014'an, tevlî nava refên PKK'ê bû ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike. -
Ermeniyên ji Helebê li qadên azad in
Ermeniyên ji Helebê yên ji ber dagirkeriya çeteyan cih û warên xwe terikandin, piştî ku taxên rojhilat ên Helebê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin, vegeriyan taxên xwe. -
Dîmenên êrîşa dewleta Tirk a li gundê Talate
Dîmenên êrîşa hêzên dewleta Tirk a li gundê Talate yê Nisêbînê gihîştin ber dest. -
Hêzên dewletê êrîşî gundê Talate dikin; malan dişewitînin
Hêzên dewleta Tirk, piştî hovîtiya li gundê Xerabê Bava, li gundê Talate yê îro dorpêçkirî jî dest bi êrîşê kirin. Hêzên dewleta Tirk bombe li malan barandin û du gundî binçav kirin. -
Cenazeyê 2 Şervanên YPG'ê li Efrînê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Nasnameya şervanê QSD ‘ê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameya Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê yê ku di 20 Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir. -
Abdî Aykût ji ber êşkenceya hovane li nexweşxaneyê ye!
Piştî êşkenceya hovan ya hêzên dewletê ya li ser Abdî Aykût, derket holê ku rakirine nexwşxaneyê. -
Li Bakurê Hollandayê Platforma ‘NA’ hate avakirin
Ji aliyê saziyên Kurdistanî,Tirkiyeyî û çep-sosyalîtan ve li Bakurê Hollandayê Platfroma NA hate avakirin. -
Rêxistina HDP'ê ya Wanê: Yuksekdag îradeya me ye
Rêxistina HDP'ê ya Wanê, betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî Yuksekdag protesto kir. -
Karayilan: Ji bo Xerabê çi ji destê me tê divê em bikin!
Mûrat Karayilan: Li Xerabê Bava komkujî û zilm heye; wê sibe li gundekî din rû bide. Weke civaka Kurd divê em li pêşberî vê zilmê bêdeng nemînin; em xwedî li hev derkevin. Li ber vê rabin û çi ji destê me tê divê em bikin. -
Wêneyên Abdî Aykût ê di dema binçavkirinê de derket holê
Wêneyên herî dawî yê Abdî Aykût ê 57 salî ku li gundê Xerabê Bava yê navçeya Mêrdîn a Niseybînê hatî êşkencekirin û piştre hatî binçavkirin, li miduryeta emniyeta Niseybînê derket holê. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîl bomberdûman dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê jîngehên welatiyan bomberdûman dikin -
Abdî Aykût ê li Xerabê Bava bi îşkenceyê hat binçavkirin, hat windakirin
Nexweşê dil Abdî Aykût, ku li gundê Xerabê Bava bi îşkenceyeke giran ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin, agahî jê nayê girtin. -
Di hêla giyan û ramanê de me ji mêj ve dijmin têk biriye!
Di hêla giyan û ramanê de ji mêj ve me dijmin têk biriye. Ti teknîka dijmin wê di dilê me û di kenê me negere. Bila ev jî ji wan re bibe kul û derd. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê digerin
Balafirên şer ên artêşa Tirk, li ser herêma Qendîlê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, digerin. -
Du eniyên Xezeba Firatê gihîştin hev
Şervanên du eniyên Pêngava Xezeba Firatê gihîştin hev. -
Du gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li eniya 2. a Pêngava Xezaba Firatê gundên Hemîdî û Qarihê ji çeteyan paqij kirin. -
'Gelê Kurd wê di 16'ê Nîsanê de bersiva pêwîst bide'
Rêxistina DBP'ê ya Wanê, êrîşên li Xerabê Bava û betalkirina parlamenteriya Yuksekdag şermezar kir. -
KCD: Divê ti kes li hemberî hovîtiya li Xerabê Bava bêdeng nemîne
KCD'ê got, "Tişta ku hewl didin li gundê Xerabê Bava bikin, qirkirina Kurdan e" û bang li her kesî kir, ku li hemberî vê hovîtî û zilmê bêdeng nemînin. -
Hêzên dewleta Tirk dor li 2 gundên din ên Nisêbînê girtin
Hêzên dewleta Tirk ku ev 12 roj in gundê Xerabê Bava dagir kirine û êrîş dikin, danê sibehê dor li gundên Talate û Cibilgirav ên li heman herêmê girtin. Li her du gundan amadekariya operasyonê tê kirin. -
'Polîsê Sûriyeyê' yê AKP'ê ji çeteyan pêk tê
Derket holê, yên ku AKP'ê bi navê 'Polîsê Sûriyeyê' li Cerablûs, Raî û Ezazê bi cih kir, ji çeteyên 'artêşa azad', Nûsra û DAIŞ'ê pêk tê. -
Li taxên rojhilat ên Helebê gorên komî tên dîtin
Li taxên rojhilat ên Helebê, ku ji çeteyan hatine paqijkirin, gorên komî derdikevin holê. Tê texmînkirin, ku bi qasî 20 hezar mirovên ji aliyê komên çete ve hatine kuştin, li gorên komî ne. -
Xezeba Firatê: Gundê Cerwanê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, ku ji herêma Mekmen a li rojhilatê Reqayê bi rê ketin, gundê Cerwanê ji çeteyan paqij kirin. -
Dorpêçî û êrîşên li Xerabê Bava dewam dikin
Gundê Xerabê Bava ev 12 roj in ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Balafirên keşfê yên bê mirov Heron bênavber li ser gund digerin. Liv û tevgera helîkopteran jî, danê vê sibehê dewam kir.