KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya 2 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin
QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe ku di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Ji bo Xerabê Bava çalakiya nobedê hat destpêkirin
Gundê Xerabê Bavê yê Niseybînê ku ev hefteyeke ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û destûr nade heyeta ku dixwaze biçe gund, heyetê daxuyaniyek da û diyarkirin ku wê heta sibehê di nobedê de bin. -
Tabûra HPC-Jin hat avakirin
Tabûra HPC-Jin a yekem ku girêdayî Komîna Taxa Keles a Hesekê hat avakirin. -
Balafirên şer Zap û Zagros bombe kir
Balafirên şer ên Tirk Zap û Zagros a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombe kir. -
YPG`ê nasnameya 2 şervanan eşkere kir
Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya 2 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne eşkere kir. -
‘Heta ku dorpêça li Xerabê Bava bi dawî nebe em bi paş ve gav navêjin’
Şandeyeke ku ji KCD, DBP, HDP û Dayikên Aştiyê pêk hatî xwest biçe gundê Xerabê Bava lê leşkeran çûna wan a gund asteng kir. Şandeyê diyar kir, heta ku dorpêça li ser gund rabe ew ê li cihê xwe bisekinin. -
Hejmara mirovên li Wêranşarê hatin binçavkirin bû 44 kes
Hejmara mirovên piştî êrîşa li Wêranşarê ya li dijî avahiyên edliye û lojmanên emniyetê hatin binçavkirin, bû 44 kes. -
Azadî û dîsa azadî..!
Ez azadiyê dixwazim. Ji bo azadiyê çi hewce be dixwazim wê bikim. Pir kelevajî ye dema ku şer li me tê ferzkirin em aştiyê ji wan bixwazin. Bêparbûna ji hişmendî, giyan û ûcanê azadiyê heye. Azadî û dîsa azadî... -
Derketina derveyî welat li Yildirim hat qedexekirin
Dadgeha Tirk, derketina derveyî welat li Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim qedexe kir û ew berda. -
Xezeba Firatê: Gundek hat paqijkirin, 3 gund hatin dorpêçkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, gundekî din ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û dor li 3 gundan girtin. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dikin
YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand, ku ev êrîşên bi obus, topên hawanê û çeka doçka tên kirin, dewam dikin. -
Sê kesên li gundê Xerabê Bava hatin kuştin rakirin Mêrdînê
Cenazeyên 3 kesên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û navê wan hê zelal nebûye, rakirin Mêrdînê. -
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mattîs li Bexdayê ye
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) James Mattîn ziyareta xwe ya pêşî ya li Bexdayê pêk anî. -
Zilm û berxwedana li Xerabê Bava ne nû ye
Li Xerabê Bava ne zilm ne jî berxwedan nû ye. Xerabê Bava wê ve hovîtiya dawî jî ji bîr neke û heta dawiyê li ber xwe bide. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li qadên gerîla barandin
Balafirên şer ên Tirk, bombe li gelek qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
Parlamenterê HDP'ê Yildirim hat binçavkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim hat binçavkirin. -
Xezeba Firatê: 2 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên baskê sêyemîn ê Pêngava Xezeba Firatê, di encama şerekî dijwar de gundên Sebahul Xêr û El Ferar ên li ser rêya Mekmen û Reqayê rizgar kirin. -
Gundiyên Xerabê Bava: Dorpêçî û êrîş dewam dikin
Gundiyên Xerabê Bava, ku ji 11'ê Sibatê û vir ve hêzên dewletê dor li wan girtine dan xuyakirin ku êrîşa hêzên dewletê hê jî dewam dikin. -
Çeperên leşkerî yên li Girê Elîşêr hatin xistin
Girê Elîşêr, ku bi çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk nav da, vê carê bi derba mezina leşkerên Tirk ji gerîla xwar, hat bihîstin. -
Gundê Çewîsê ji çeteyan hat rizgarkirin
Gava duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 4. de ye. Şervanên ku ji 3 baskan ve bi pêş ve diçin, heta niha 5 gund ji çeteyan paqij kirin. Her wiha gelek gundiyên asê man rizgar kirin û birin herêmên ewle. -
Gundê ku li çete li nav hate dorpêçkirin
Şervanê Xezaba Firatê gundên Nûfel û Ezîz ji çeteyan rizgar kirin, di baskê duyemîn de jî gundekî çete li nav hatiye dorpêçkirin. -
Li Qilabanê erdhej
Li Qilabanê erdhejekî bi pileya 4.0 pêk hat. -
Heyeta ku dixwest biçe Xerabê Bava careke din hat astengkirin
Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ev hefteyeke êrîş û dorpêçkirin didome. Heyeta HDP û DBP'ê ya ku dixwest biçe gund cara 2’emîn ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. -
Dîmenên Şehîdgehê hatî bomberdûmankirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk duh şev di saet 20:00’an de Şehîdgeha Mehmet Karasûngur a girêdayî Qendîlê bomberdûman kir. -
Li gundê Xerabê Bava dayîka Hatîce: Tişta ku li vir tê kirin ti cudahiya wê ji zilmê nîne!
Hatîce Akdenîz a ku di saetên danê nîvroyê de hevjînê wê bi êşkenceyê hate binçavkirin, rewşa dawî ya li gund ji ANF’ê re ragihand.