Ji bo Xerabê Bava çalakiya nobedê hat destpêkirin

Gundê Xerabê Bavê yê Niseybînê ku ev hefteyeke ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û destûr nade heyeta ku dixwaze biçe gund, heyetê daxuyaniyek da û diyarkirin ku wê heta sibehê di nobedê de bin.

Heyeta ku ji Hevseroka DTK'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amed, Mêrdîn û Nîseybînê û Dayikên Aşitiyê pêktê, ji bo ku bikevin Gundê Xerabê Bavê yê Nîseybînê, daxuyaniyek dan û Heyetê biryar da ku wê heta sibehê di çalakiya nobedê de bin.