KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ehmed: Herêma Tampon û cihê koçber lê werin bicihkirin herêmên QSD'ê ne
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed, ku li DYA hin hevdîtin kir anî ziman, biryara herî girîng a rêveberiya nû ya DYA, herêma tampon û ewle û herêma koçber lê werin bicihkirin e. -
Guven: Li dijî zîhniyeta tekparêziyê, em di referandûmê de bêjin 'NA'
Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, lêkolîner û nivîskar Eyyup Guven, referandûm ji ANF'ê re nirxand. -
Mihemed: Divê ti kes li ber tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemîne
Rojnamevan-nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Şivan Mihemed komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Her kesê xwedî wijdan divê li pêşberî pêkanînên li Îmraliyê bêdeng nemîne." -
Nûçegihaniya JINHA'yê 'sûc' hat nîşandan!
Di gilînameya dozgeriya Tirk de, ku li dijî nûçegihana JINHA'yê Aysel Işik hat amadekirin, parvekirinên li medya civakî û nûçegihaniya JINHA'yê sûc hatin nîşandan. -
'Bi rêxistinbûnê pêşî li komployê hat girtin'
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun û Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş dan xuyakirin, ku bi têkoşîna Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd re pêşî li komployê hatiye girtin. -
Edalet ji qeyûm re ma
Cemîl Ozturk ê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê bi cih bû, mîna dozgerekî tevdigere û ji karkerên ji kar derxistin ragihand 'têkiliya we ya bi rêxistinê re hat tespîtkirin'. -
Li Amed, Mêrdîn û Edeneyê çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi çalakiyan komploya navneteweyî protesto kirin. -
Li Midûriyeta Emniyetê ya Serêkaniyê îşkenceya bi avê
Endama ESP'ê Umît Tekîn a hat binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Serêkaniyê hat tazîkirin, lê hat xistin û bi ava cemidî îşkence lê hat kirin. Her wiha gefa destavêtin û kuştinê lê hat xwarin. -
Kesên li Hewlêrê belavokên 'Azadî ji Ocalan re' belav kirin hatin binçavkirin
3 endamên Tevgera Azadî yên belavokên ji bo azadiya Ocalan belav dikirin, ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin binçavkirin. -
Nasnameya gerîlayekî di sala 2002'an de jiyana xwe ji dest da
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ragihand, Farûk Bozkûrt bi nasnav Nasir Karayazi yê ji Qereyazî ya Erzîromê, di sala 2002'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye. -
Encu: Divê bi lezgîn dev ji van kiryaran berdin
Parlemterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li pêşiya Girtîgeha Kandira ya ku bê hiqûqî lê hatibû girtin daxuyaniyek da. Encu diyar kir ku hê jî hevserokên HDP’ê, parlemeter û rêveberên partiyê girtîne û got: “Divê bi lezgîn dev ji van kiryaran berdin. -
Li Kelar û Ranyayê komplo hate şermezarkirin
Li bajarê Kelar û Ranyayê yên Başûrê Kurdistanê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate protestokirin. -
Li Kobanê bi hezaran kesî komplo şermezar kir
Bi hezaran kesên ku li Kobanê kombûn, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto kirin. Bi hezaran kesî bi yek dengî dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr kirin. -
Komploya 15'ê Sibatê li Qendilê hat şermezarkirin
Gelek kesên ji Qendîl û derdora wê hatîn, Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, protesto kirin. -
PDK a ku meşa 15’ê Sibatê asteng kir, 4 ciwan binçav kirin
Meşa Dirêj a rêxistinên Ciwanê Başûrê Kurdistanê ku ji 10’ê Sibatê ji Silêmaniyê ji bo şermezarkirina Komployê dabûn destpêkirin, di rojên dawî de ji aliyê hêzên Asayîşa ve hatin astengkirin. 4 ciwan jî hatin binçavkirin. -
Şaredariyek din a DBP'ê hat desteserkirin
Şaredariya Saray ya Wanê a DBP'ê jî qeyum hat wezîfedar kirin. -
Ji bo Reberê Gelê Kurd daxwaza azadiyê hat kirin
Ji ber salvegera 18. a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. Çalakî hê jî dewam dikin. -
Li Hatayê leşkerek hat kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeya Dortyol a Hatayê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku duh pêk hat, leşkerek hat kuştin. -
'Çareseriya pirsgirêkan li Îmraliyê ye'
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Raûf Karakoçan tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û li ser salvegera 18. a komployê axivî. -
Komploya navneteweyî li Hewlêrê tê şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Hewlêrê bi meşekê tê şermezarkirin. -
Hêzên dewletê gule li mînîbusa rêwiyan reşandin
Mînîbuseke ku ji Licê diçû Amedê û 10 kes tê de bûn, bû hedefa artêşa Tirk. Hêzên dewleta Tirk ji wesayîta zirxî gule li mînîbusê reşandin. -
PDK nahêle meşvan derbasî nava Hewlêrê bibin
PDK'ê ferman da asayîşa xwe û bi vî rengî nehişt ciwanên Meşa Dirêj derbasî nava Hewlêrê bibin. -
'Li Îdir, Qers û Erdexanê ji sedî 70 wê dengê NA derbikeve’
Wekîlê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman got, gelên Îdir, Qers û Erdexanê ji pêşnûmeya destûra nû ne razîne û di referandûmê de wê ji sedî 70 bêjin NA. -
Li Amedê protestoya 15'ê Sibatê: Dikan nehatin vekirin
Dikandarên li Amedê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê de dikanên xwe venekirin û komplo şermezar kirin. -
'Em ê timî li ser rêya Rêberê xwe bin'
Rewşen Abdullah: Tevî dayîna ewqas şehîdan, eger em hê jî bi serbilindî li ser piyan e, ev yek ji ber tiştên Rêbertî daye hînkirin e. Em amade ne ji bo azadiya wî canê xwe feda bikin.