Gundê ku li çete li nav hate dorpêçkirin

Şervanê Xezaba Firatê gundên Nûfel û Ezîz ji çeteyan rizgar kirin, di baskê duyemîn de jî gundekî çete li nav hatiye dorpêçkirin.

Pêngava Xezeba Firatê a 3’emîn didome. Şervanên baskê 3’emîn a aliyê gundê Mekmenê gundên Nûfel û Ezîz ji çeteyan paqij kirin, wesayitekî aîdê çeteyan hatiye îmhakirin. Şerê ji sibehê ve li derdorê gundê El-Xêr û El-Ferar qewimî, didome.

Şervanên êniya baskê 2’ emîn ên ber bi gundê Bîr Hebîb ve diçin 7 km pêşvaçûn û gûndê Terfawî xistin dorpêçê.