NÛ BÛ

Hevşaredarê Agirî Sakik ji wezîfeyê hat girtin

Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik ji wezîfeyê hat girtin. Hevşaredara din Kûbîlay jî girtî ye. Waliyê Tirk ê li bajêr, weke qeyûm li şûna hevşaredaran hat bicihkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk, Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik ji wezîfeyê girt.

Hevşaredara Agirî Mûkade Kûbîlay jî ji 28'ê Kanûna 2016'an û vir ve girtî ye.

Ji Sakik re hat ragihandin, Waliyê Tirk ê li Agiriyê Mûsa Işin weke qeyûm li şûna wan hatiye bicihkirin.

Bi vê biryarê re hejmara şaredariyên DBP'yî yên ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve hatine desteserkirin bû 77. Piştî vê biryarê, polîsên Tirk dor li avahiya şaredariyê girtin.