Şaredariya Stewrê jî hat desteserkirin

Şaredariya navçeya Stewr a Mêrdînê, ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat desteserkirin.

Şaredariya Stewrê, ku hevşaredarê wê Mehmet Aydin Alokmen di 25'ê Sibatê de hat binçavkirin, bi rêya qeyûm hat desteserkirin. Polîsên Tirk danê vê sibehê ketin hundirê avahiya şaredariyê û ji midûrê taybet ê nivîsê re gotin, qeymeqamê navçeyê Îdrîs Koç weke qeyûm li şaredariyê hatiye bicihkirin.

Roja ku Hevşaredarê Stewrê Alokmen hat binçavkirin, polîsên Tirk çûbûn avahiya Şaredariyê û ala Tirkan bi avahiyê ve kiribûn.