Li Wêranşarê 'çalakiya bersivdayînê'

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji bo bîranîna '3 şervanên berxwedanê' yên li navçeya Wêranşar a Rihayê hatin kuştin, yekîneyeke herêmî çalakiyeke bersivdayînê lidar xistiye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 17'ê Sibatê saet di 20:30 de, hêzên me li navçeya Wêranşar a Rihayê, li ber lojmanên polîs, dadger û dozger lê dimînin, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek pêk anîn. Gelek wesayîtên polîsan ên li hewşê û lojman rûxiyan.

Ji ber ku nû têkilî bi yekîneya ev çalakî pêk anî re hat danîn, daxuyanî bi derengî hatiye dayîn."