NÛ BÛ

Balafirên şer ên Tirk Qendîl dîsa bomberdûman kir

Balafirên şer ên Tirk dîsa herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk di saet 22:50’an de li ser esmanê Qendîlê re firiyan. Piştî ku balafirên şer hinek qontarê çiya bomberdûman kir û şûnde, tevgera pêgerên keşfê ya li herêmê didomin.

Di encama êrîşên balafirên şer ên Tirk a duh de herêmên di navbera gundê Pîrdeşal û Zergelêde hatibûn bomberdûmankirin.