KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
3 welatiyên sivîl ji ber teqîna mayînê birîndar bûn
Di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê de ku berê çandibû, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn . -
Wê ciwanên Başûrî li dijî Komploya Navneteweyî bimeşin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê, wê 10’ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li hember Ocalan bimeşin. -
Zana ya ku hatibû binçavkirin hate berdan
Parlemetera HDP’ê ya Agiriyê Leyla Zana hatibû binçavkirin. Zana ya ku îfadeya wê hate girtin bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Irmak: AKP rê li ber şîdetê vedike
Wekîla HDP'ê ya girtî Selma Irmak li Amedê îfade da. Irmak ji heyeta dadgeriyê re got "Mixabin hûn jî dibin amûrek ji van operasyonên siyasî' û diyar kir, ku polîtîkaya AKP'ê rê li ber şîdetê vedike. -
HDP: Em ê ji AKP’ê hesabê Cizîrê bipirsin
HDP di salvgera hovîtiya Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Cizîrê di heman demê de weke bajarê ku li dijî vê zexta giran û dijî mirovahiyê li ber xwe dayî, kete dîrokê’’ û hate gotin ku ew ê ji AKP’ê hesab were pirsîn. -
Hevserokên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
Hevseroka HDP'ê ya Geverê Nurcan Yaşar û Hevserokê DBP'ê yê Bajêrgehê Mehmet Çapraz û welatiyek hatin binçavkirin. -
Di navbera şervanên Odeya Çalakiyê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê êrîşî bajarokê Siwêdiya Mezin a li bakurrojhilatê Bendava Tebqayê ye û gundên Humarîn û Widyanê kirin. Ji ber van êrîşan şerekî dijwar diqewime. Şervanên ku hin girên stratejîk rizgar kirin, derbên giran li çeteyan dixin. -
Şaredariyên DBP'yî yên ji aliyê AKP'ê ve hatine desteserkirin
Rejîma AKP'ê, ku bi hilbijartinê nekarî şaredariyên li Kurdistanê bi dest bixe, bi rêya qeyûm heta niha dest daniye ser 68 Şaredariyên DBP'yî. Her wiha bi sedan Hevşaredar û rêveberên Şaredariyan jî bi operasyonên qirkirina siyasî girtî ye. -
'Sala 2017 wê bibe sala azadiya Rêberê me'
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, hêzên emperyalîst bi komploya 15'ê Sibatê re nekarîn armancên xwe bi ser bixînin û gotin, "2017 wê bibe sala bidawîbûna dewleta AKP'ê ya faşîst û sala azadiya Rêberê me." -
Tevgera Apoyî, li gel komployê jî bû hêviya azadiyê ya gel
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Ahmed Arîf: Komplo ji bo tesfiyekirina têkoşîna azadiyê hat kirin. Lê belê, ji wê rojê heta îro, têkoşîn mezintir bû. -
Hevşaredarê Bajêrganê Akîf Kaya hate binçavkirin
Hevşaredarê bajarokê Bajêrgan ê navçeya Gever a Colemêrgê Akîf Kaya, piştî ku ji wezîfeyê hat kirin, hate binçavkirin. -
'Mafê agahîgirtinê yê gel tê desteserkirin'
Berdevkê Însiyatîfa Çapemeniya Azad Hakki Boltan, li ber qedexeya nûçeya 'lezgîn' a ji aliyê RTUK'ê ve hat qedexekirin rabû û got, "Feraseteke çapemeniyê, ya ku newêre ji nava bend û sînorên dewletê derkeve, felaket e." -
Hevşaredarê Bajêrgehê ji peywirê hate danîn
Hevşaredarê bajarokê Bajêrgeh ê girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê Akîf Kaya ji peywirê hate danîn -
Li Başûrê Kurdistanê roj û dîroka çalakiyên protestoyên 15’ê Sibatê
Komîteya Çalakiyên Komploya 15’ê Sibatê, bi boneya salvegera Komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj û dîrokên çalakiyên ku li Başûrê Kurdistanê bên lidarxistin eşkere kirin. -
Ciwanan Ereb li dijî komployê soza tolhildanê dan
Tevgera Ciwanên Ereb tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê soza tolhildanê dan. -
Li Amedê 'Kampanya NA' hat destpêkirin
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê li Amedê starta kampanya ‘NA’ ya referandûmê dan. -
YPG/YPJ'ê bersiva êrîşên dan, çeteyên dewleta Tirk reviyan
Şervanên YPG/YPJ'ê bersiva êrîşa çeteyên Tirk ên li ser Efrînê dan. Çete neçar man ku bi revin. -
YPG: Êrişên arteşa Tirk li dijî xaka Rojava dijwartir dibin
YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava dijwar dibin, ev êrîş ji serê meha Sibatê vir ve hê dijwartir didomin. -
Bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê
Bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin. Di daxuyaniyê de peyama “Em ê nefesa DAIŞ’ê li Reqayê biçikînin” hat dayîn. -
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê gundê Ebû Sûsê rizgar kirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeeba Firatê gundê Ebû Sûsê ku xistibûn çemberê ji çeteyan rizgar kirin. -
Serokê Şaxê ÎHD'ê ya Erziromê hat binçavkirin
Serokê Şaxê ÎHD'ê ya Erziromê Medenî Aygul hat binçavkirin. -
Şaredariya Karazê hat desteser kirin
Di çarçoveya operasyonên li dijî şaredariyên DBP’ê de qeyûm tayînî şaredariya Karazê a Amedê hat kirin û Hevşaredarên Bêspîna Şirnexê hatin binçavkirin. -
Xeleta Nobelê ya aktîvîstê Hindû hate dizîn
Xelata Nobêlê ya Kaîlash Satyarthî hate dizîn. Satyarthî 2014’an ji ber sedema ku li Hindîstanê li dijî xebitandina zarokan têdikoşiya xelat Nobelê wergirtibû. -
Sembola sekna bibiryar: Armanc Kurdo
Helwest wêrek a Kurdekî ku belkî qet jî di dîroka Kerkûkê de wê neyê jibîkirin. Armanc Kurdo navê çîroka wê têkoşînê ye ku bi fedekarî û helwesta xwe ya biryardar nivisiye. -
‘Heke dadmendî û zelalî çêbibe wê krîza Başûrê Kurdistanê çareser bibe’
Wekîlê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn got, ‘’Em amade ne. Bêyî ku em bibêjine Başûr, Rojava, Bakur, bi projeyeke hevpar em nêzîkatiyeke rast li arîşeyan bikin’