Rêveberê DBP’ê Çagatay û Olmez hatin binçavkirin
Li navçeya Silopyayê û Cizîrê rêveberê DBP’ê Abdûlcebar Çagatay û welatiyê bi navê Hazim Olmez û li hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopyayê û Cizîrê rêveberê DBP’ê Abdûlcebar Çagatay û welatiyê bi navê Hazim Olmez û li hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopiyayê Rêveberê DBP'ê Abdûlcebar Çagatay dema li sûkê bû, bêyî ku hincetek bê nîşandan ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin Mudûriyeta Polîsan a Silopiyayê.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî welatiyê bi navê Hazim Olmez bi hinceta, "Ceza lê hatiye birîn" hat binçavkirin. Polîsên ku bi ser mala Olmez a li Taxa Yafes de girtin, dest danîn ser kompîtur û gelek pirtûkên. Hate diyarkirin ku Olmez li Mudûriyeta Polîsan a Cizîrê tê ragirtin û wê sibehê sewqî adliyeyê bê kirin.