Ji eniya Xezeba Firatê peyam ji meşvanên Hewlêrê re hat şandin
"Meşa we ya bi heybet a ji Silêmanî heta Hewlêrê, li dijî komploya navneteweyî peyama yekîtiya neteweyî ye."
"Meşa we ya bi heybet a ji Silêmanî heta Hewlêrê, li dijî komploya navneteweyî peyama yekîtiya neteweyî ye."
Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, mesajeke bi deng ji meşvanên Hewlêrê re şand û ji ber vê çalakiya wan, meşvan pîroz kir.
Ehmed di peyama xwe de, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd hat kirin şermezar kir û got, "Li ser navê Fermandariya Pêngava Xezeba Firatê, ez meşa we ya ji Silêmanî heta Hewlêrê bi rêzdarî silav dikim."
Peyama Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed bi vî rengî ye:
"Bêguman, her gava ku hûn di vê meşê de davêjin, ji bo her kesê dibêje 'ez mirov im, ez xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevim' gelekî hêja û giranbuha ye. Divê neyê jibîrkirin; di herikîna dîrokê de dijminên me di hemû raperînên Kurdan de, ji bo têkoşîna azadiyê ji holê rakin, tesfiyekirina Rêberên me weke karekî sereke danîne ber xwe. Ya ku îro jî dixwazin bikin, heman tişt e.
Ji ber vê yekê, meşa we dane destpêkirin, ji bo pêşîgirina li komployê, gelekî watedar e. Pêwîste were zanîn, bi vê seknê re wê pêşî li dijminên Kurdan bê girtin ku dixwazin dîrokê dubare bikin.
Dijminên Kurdan li Qasr-i Şîrîn û Lozanê xwe sipartin xiyaneta navxweyî û Kurd parçe kirin. Dûre jî xwestin bi komkujiyan tine bikin. Lê belê tevî van hemûyan jî, rastiya Kurdan nekarî ji holê rakin. Ev yek bi ser nexistin, ji ber ku gelê Kurd yek ji gelên herî kevnare yên vê axa pîroz e. Lê ti carî dest ji vê armanca xwe ya bi ser nexistine, bernedane. Mêtîngerî û talankirina gelê Kurd û vê erdnîgariyê, weke polîtîkayeke bingehîn meşandine.
'DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE XWESTIN KURDÊN AZAD JI HOLÊ RAKIN'
Bi komploya li dij Rêber Apo re xwestin, rastiya Kurdên azad careke din ji holê rakin. Lê vê carê xwe xapandin û encam negirtin. Ji ber ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne. ciwanên Kurd êdî rastiya gelê xwe nas kirine û ji bo azadiyê dest bi têkoşînê kirine. Ev yek li Başûrê Kurdistanê, li Rojava, li Bakur, Rojhilat, li Ewropayê û li her cihî bi vî rengî ye. Êdî her kes vê rastiyê dibîne û qebûl dike.
Divê neyê jibîrkirin; pêşengên siberoja azad a gelan ciwan in. Bi sekna ciwan û gelê Kurd ên li dora nêrînên Rêber Apo ji bo azadiyê rabûn ser piyan, têkoşiyan û bi hişmendiya yekîtiya neteweyî li ber xwe dan, pêşî li komployê girtin. Êdî wê kes nikaribe van destketiyên bi berdêlên mezin afirîne, ji holê rakin.
Li ser vê bingehê, berxwedana li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê destketiyên mezin afirandin. Lazim e neyê jibîrkirin; azadî bêyî dayîna berdêlan nabe.
'EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN'
Em jî weke hêzên şoreşger ên li Rojava, di nava eniya şer ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de cih digirin. Ez vê peyamê ji we re ji eniya şer a Xezeba Firatê dişînim. Divê bê zanîn; di nava her şert û mercî de em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji bo rakirina vê roja tarî, em ê bi têkoşîna xwe, bi mirov û civaka azad, bi jina azad û têkoşîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd vê rastiyê nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Li ser vê bingehê, em meşa we ya ber bi keleha berxwedanê Hewlêrê bi rêzdarî silav dikin. Mîna ku Rêber Apo dibêje, 'me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. We bi hezkirin û rêzdarî silav dikim, hêvîdar im hûn ê di têkoşîna xwe de bi ser bikevin."