Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, bîlançoya qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir.
Bi vê armancê li bejahiya Reqayê daxuyaniyeke ji çapemeniyê re hat dayîn û Berdevkê QSD'ê Mîralay Telal Silo, Fermandarê Hêzên Xweparastinê Siyabend Welat û gelek fermandarên QSD'ê amade bûn.
BÎLANÇOYA 9 ROJAN
Daxuyaniya Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê wiha ye:
Qonaxa Sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, li gorî planên hatine danîn bi rengekî serketî derbas dibe. Armancên xwe yên sereke ku têkbirina xetên pêşî yên parastinê ji aliyê bakur-rojhilatê bargeha Sereke ya çeteyên DAIŞʹê Reqqayê bû pêk anî. Serketin piştî şerê dijwar ku hêzên me bi qehremanî bi alîkariya hin komên leşkerî yên taybet ên Koalîsyona Navdewletî li ser erdê, her wiha bi piştgiriyeke çalak a balafirên koalîsyonê, pêk hat. Di nava 9 rojan hêzên me bi qasî 40 kîlometreyan bi pêş ve çûn û xwe nêzî bajarê El-Reşîd (Reqa) kirin.
Hêzên me beşeke mezin a gundên li vê herêmê rizgar kirin.
1- Bi firehiya 700 kîlometreçargoşe erdê bakurrojhilatê Reqayê hate rizgarkirin.
2- 98 gund û gundik hatin rizgarkirin û ewlekariya şêniyên van deveran hate pêkanîn. Alîkariya welatiyan hate kirin û ji bo vegerin warê xwe derfet hatin afirandin.
3-124 terorist hatin kuştin, bi hejmarek mezin birîndar bûn û 9 terorist bi saxî hatin giritin.
4-Hejmarek topên çeteyan, alav û erebeyên wan ên leşkerî ku çekên giran li ser wan bûn, hatin rûxandin. 63 tunelên çeteyan û bi dehan nuqteyên xwe tê de bi cih kiribûn, her wiha kargehek çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin. 3 wesayîtên bombebarkirî û hezar û 256 mayîn hatin rûxandin. 3 balafirên keşfê yên çeteyan hatin xistin. Miqdarek mezin çek û cebilxane û alavên leşkerî hatin desteserkirin.
5- 13 şervanên me yên QSD û hêzên Erka Xweparstinê şehîd bûn.
6- 750 welatiyên herêmê tevlî baregehên me yên perwerdeyê bûn, da ku werin perwedekirin û cihê xwe di pêngava leşkerî ya rizgarkirina parêzgeha xwe ku hîn didome, bibin."
BANGA LI GELÊ REQAYÊ
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku rêya çeteyan a ji aliyê rojhilate Reqayê ve bi temamî hatiye birîn û ev bang li gelê di nava dagirkeriya çeteyan de dijîn hat kirin:
"Careke din em banga xwe ji wan re dubare dikin ku dûrî hemû pargeh û nuqteyên leşkerî bibin. Dûrî rêveberiya DAIŞʹê bibin û li derdora hêzên me dema dighêjin deverên wan kom bibin. Em bang li ciwanên Parêzgeha Reqayê dikin ku tevlî hêzên me QSDʹê bibin.
Em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin. Ji birîndarên xwe re jî em şîfa xêrê dixwazin."