Cenazeyê 6 şervanan hatin definkirin

Cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê bi merasîmekî bi heybet ve hatin veşartin.

Li Dirbêsiyê bi sedan welatiyan cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparstinê Ehmed El-Şerabîn û li Serêkaniyê jî welatiyan cenazeyên şervanên YPG′ê Hisên Silêman (Mezlûm Serêkaniyê), Mensûr Mislim (Ebû Semra), Hisên Çolo (Rohat Çolo), Silêman Elo (Şahîn Erebo) û Salih Dawûd wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ve ber bi goristanê ve ketin rê.

Dema ku her dû karwan gihiştin goristanê, merasîma leşkerî bi deqeyek rêzigirinê ve destpê kir.

Di merasîmê de, Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivî û diyar kir ku bi saya têkoşîn û fedekariya cangoriyên azadiyê, gelek serkeftin hatin bidestxistin.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Edalet Umer jî anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, li dijî tevahî gelên Rojava pêk hat û bi saya fedekariya ciwanên herêmê têk çû.

Piştî ku nasnameyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şeranan bi dirûşma “ Şehîd namirin” û tilîliyan ve hatin veşartin.