Li Dêrikê cenazeyê 4 şervanan hate veşartin

Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 4 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê veşartin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û gundên herêmê cenazeyên şervana YPJ′ê Mervenûr Tanguner (Rojbîn Arîn), şervanê YPG′ê yê Amerîkî Albert Avery Harrîntekton (Çekdar Rojava), Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Salan Îbrahîm û têkoşer Barîş Korkonc (Merwan Cûdî), ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Sîstema Federal a Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm, Hervseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo, Nûnerên partiyên Kurdî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û merasîmekî leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê şervanên enternasyonalîst Zagros Wêvir axivî û got ku şehîd Çekdar Endamê artêşa Amerîkayê bû û wiha got: ″Şehîd Çekdar bi hezaran km qut kiri, hat Rojava, ji bo azadiyê şer kir û canê xwe feda kir. Çekdar xwest ku cenazeyê wî li Rojava were veşartin. Em soza şopandina rêya Çekdar didin″

Berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Horo Kîno jî axivî û anî ziman ku şervanên YPG/YPJ′ê û Meclîsa Suranî bi piştevaniya şervanên derve re, gelek serkeftin bidest xistin û got: ″Em çeka cangoriyên xwe li erdê nahêlin. Em heta dawiyê şopdarên rêya wan in.″

Her wiha Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo jî diyar kir ku şervanên azadiyê ji her devrên cîhanê ji bo nirxên azadiya gelan û demokrasiyê, beşdarî refên şoreşê dibin.

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her 4 şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.