Li Mêrdînê amadekariya operasyona leşkerî, li Dersîmê tevgera hewayî
Li 9 gundên ser bi navçeyên Mehsert, Artûklû û Nisêbîn ên Mêrdînê derketina derve hat 'qedexe'kirin. Li Dersîmê jî liv û tevgera hewayî heye.
Li 9 gundên ser bi navçeyên Mehsert, Artûklû û Nisêbîn ên Mêrdînê derketina derve hat 'qedexe'kirin. Li Dersîmê jî liv û tevgera hewayî heye.
Li gundên navçeyên Mehsert, Artûklû û Nisêbîn ên Mêrdînê, derketina derve hat 'qedexe'kirin. Walîtiya Tirk a li Mêrdînê danê sibehê da xuyakirin, ku li gundên Sûlakdere, Aytepe yên Mehsertê, gundên Îlkadim, Yavrûkoy, Buyukkardeş, Kuçukkardeş û Akarsû yên Nisêbînê û gundên Yardere û Ahmetlî yên Artûklûyê derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk amadekariyê dike ku li van gundan operasyonê bike û li hin malan jî lêgerînê dike.
LI DERSÎMÊ LIV Û TEVGERA HEWAYÎ
Di vê navberê de, li navenda Dersîmê liv û tevgera helîkopterên leşkerî heye. Gelek helîkopterên bi tîpa Skorsky ên ji Tûgaya Komando ya 4. a taxa Gazîkê rabûn, ber bi navçeya Qisleyê ve firiyan.
Tevgera hewayî ya ber bi navçeya Qisleyê dewam dike.