Çalakgerên Meşa Dirêj li Çemçemalê bicoş hatin pêşwazîkirin
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Ocalan ku ji Silêmaniyê heta Hewlêrê dewam dike, li Çemçemalê bi çoşekî mezin hatîn pêşwazî kirin.
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Ocalan ku ji Silêmaniyê heta Hewlêrê dewam dike, li Çemçemalê bi çoşekî mezin hatîn pêşwazî kirin.
Duh ji bajarê Silêmaniyê heta Hewlêrê ji bo protesto kirina komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ciwanan dest bi Meşa Dirêj hate kirin. Ciwan îro ji aliyê gelê Çemçemalê ve bi çoşeke mezin hatîn pêşwazîkirin.
KERÎM: EM XWEDÎ LI FIKRÊN RÊBER APO DERBIKEVIN
Li Çemçemalê li ser navê çalakgeran Jîno Kerîm bang li gel kir û spasî gel kir ku ew bicoş pêşwazîkirine got; "Gelê Kurd di dirokê de cara destpêkê ye dibe xwedî Rêberekî wiha. Lê belê niha Rêbertî ji aliyê hêzên komploger ve dîl hate girtin û niha li girtîgeha Îmraliyê dîl tê girtin. Bi vî şêweyî dixwazin îradeya gelê Kurd bişkênin. Dixwazin di şexsê Ocalan de gelê Kurd teslîm bigrin."
Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir; "Erkê me xwedîderketina li vê îradeyê ye. Gelê me yê li Bakur, Rojava û Ewropa çawe ku xwedî li îradeya xwe û rêbertiya xwe xwedî derdikeve, weke gelê Başûr jî erka me ya destpêkê xwedîderketina li vê îradeyê ye.
Gelê Rojava çawa ku bi fikrên Rêber Apo, rêxistina di cîhanê de herî mezin dijî DAIŞ'ê berxwe dide, em jî bi fikrên Rêber Apo bi heman şêweyî pêwîst e em xwedî lê derbikevin. Hemû cîhan niha berxwedana gelê Rojava bi çoşeke mezin pêşwazî dike. Meşa duh a ku bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê me dayî destpêkirin, bi çoş û heskirineke mezin ya pêşwazîkirina gelê Çemçemalê em rêza xwe ji bo wan didin diyarkirin."
AZÎME: EZ HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIM
Parlementerê kevin ê Tevgera Goran Mamoste Azîme çalakiya ciwanan pîrozkir. Azîme “Ew kesên ku di nav me de tovê îxanetê diçênin, li hemperê gelê me komploya pêk tînin şermezardikim”. Li ser vê esasê ez çalakiya we pîroz dikim heta dawiyê bi we re me. Hêvîdarim ev helwest li her derê Kurdîstanê bi pêş bikeve.’’
HACÎ: EM ZÊDETIR DI TEKOŞÎNÊ DE CIH BIGRIN
Rêveberê Tevgera Azadî Omer Hacî ciwan pêşwazî kir û got, ev çalakiya we gelekî watedar e, pêwîste di têkoşîna azadiyê de ciwan zêdetir aktîf bin û rol bigrin. Hacî di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî; pergala Konfederal a Demokratîk ya ku Ocalan pêşxistiye bi tekoşînê wê pêk were, “Ev çalakiya we li dijî komployê gelek watedar e.” Êdî gelê Kurd divê komployê qebûl nekin. Bi tokoşîna ciwanên têgihîştî ev komplo pûç bûye. Em hemû bi hev re têbikoşin û komployê bi temamî pûç bikin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê bi avakirina pergala Konfederal a Demokratîk vê koployê pûç bikin. Ji ber vê yekî jî divê hemû gelê me di têkoşîna azadiyê de xwedî roleke aktîv bin."