ANALÎZ

Selahattîn Erdem: Li dijî komployê çalakiyên azadiyê bilind dibin

Selahattîn Erdem wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd ev nozdeh sal in bi hemû hêza xwe ve li ber xwe didin û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê vala derxist û xeta têkoşînê nîşanî Kurdan û tevahiya mirovahiya bindest da.”

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berî 18 salan di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin û di encamê de birin Tirkiyeyê. Komploya 15’ê Sibatê ya dîrokî û berxwedana gelê Kurd a li dijî komployê dikeve sala 19’an. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giştî 18 sal in li Îmraliyê di mercên herî dijwar yên êşkenceyê de tê girtin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nahêlin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî hevdîtin ji binî ve hatine birîn. Di 22 mehên dawiyê de bi tenê carekî di 11’ê Îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtineke pir kin pêkanîn. Gelê Kurd û aliyên demokratîk jiber rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan di nav fikarên cidî de ne.

Wek tê zanîn komploya navneteweyî ya dîrokî di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji aliyê sîstema global a kapitalist ku Amerîka serkêşiya wê dikir ve hat destpêkirin û meşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi dek û dolap û bi zordarî ji Sûriyeyêhat derxistin û deriyê Yunanîstana ku jê re soz hatibû dayîn jî li ser hat girtin û xwestin di nav geremolekê de bi awayekî kiryar-nediyar ji holê rakin. Gava ev komplo di nav çar mehan de negihişt encamê jî, di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmê Tirkiyeyê kirin û riya îdamê li pêşiya wî vekirin.

Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd ev nozdeh sal in bi hemû hêza xwe ve li ber xwe didin da ku îdam û îmhayê asteng bikin û polîtîkaya rizandinê ya li Îmraliyê jî vala derxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê wek -Roja Komkujiya Gelê Kurd- îlan kir û karî li dijî komkujiyê bibe ruh û mêjiyê hebûn û têkoşîna gelê Kurd. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê vala derxist û bi xebatên xwe yên dîrokî ve rê nîşanê gelê Kurd û tevahiya mirovahiya bindest da. Bi çareseriya xweser a demokratîk ya bi pêş xistî re û bi polîtîkaya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd re bû pêşewayê çareseriya aştiyane û demokratîk.

Gelê Kurd 15’ê Sibatê wek Roja Reş îlan kir û di her salvegera wê de têkoşîna azadî û hebûnê hîn bilindtir kir. Li ser xeta Hûn nikarin roja me tarî bikin û li ser bingeha fedaî di kesayeta Rêberê xwe de hebûn û azadiya xwe parast. Di her 15’ê Sibatê de rojî girt û bi xwepêşandanan ve xwedî li Rêberê xwe derket. Nîşanê dost û dijminan da ku bê Rêber û bê azadî najî. Bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan xwe ronî kir, tevna xwe saz kir, bi têkoşîna azadiyê re jî tevahiya tarîtiyan ronî kir.

Niha saleke nû ya komploya navnetweyî ya 15’ê Sibatê dest pê dike. Berî her tiştî komplo hatiye parçekirin û hêzên komploger parçe bûne û dest avêtine singa hevdu. Her wiha, wek raperîna dawiyê hêzên komploger di bin pêşengiya AKP-MHP’ê de hewla komkujiyeke hovane didin û dixwazin komploya têkçûyî cardin li ser lingan bigirin. Lê çi dikin bila bikin, ne pêkan e ku gelê Kurd yê zanabûyî paş ve bidin û rejîma komkujiyê jîndar bikin. Wek yên berê, ev êrîşên AKP-MHP’ê jî mehkûmê binketin û têkçûyînê ne.

Lewre di dema ku saleke nû ya têkoşîna li dijî komployê dest pê dike de, gelê Kurd û dostên wî jî zana û biryardar in. Xwediyê tecrûbeya 18 salan û hêza moralê ya serkeftinê ne. Bi hêrs û berteka ku 22 meh in ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nagirin re di nav lebatê de ne. Li ser vê bingehê û hîna di serê sibatê de li her deverê çalakiyên azadiyê bilind dibin. Wisa têgihiştin ku wê ev çalakiyên em behsa wan dikin, wê di 15’ê Sibatê de bigihîjine lûtkeya bilind û dewrê meha adarê bibin.

Gelê Kurd êdî bi awayekî vekirî dide nîşan ku naxwaze li gel sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bijî. Berevajî dixwaze sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê rûxandin û mercên jiyan û xebata azad ji Rêber Abdullah Ocalan re bê duristkirin. Lewre sîstema Îmraliyê, tê wateya komkujiya gelê Kurd. Jibo wê jî azadiya gelê Kurd di azadiya mercên jiyan û xebata azad a Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe. Wisa xuya dike ku wê di vê salvegerê de gelê Kurd û dostên wî, bi dengê bilindtir dirûşma Ji Ocalan re azadî qîr û berz bikin.

Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ti hevdîtin nayêne kirin. Gelê Kurd ji tenduristî û ewlekariya Rêberê xwe bi fikar e. Gelê Kurd dixwaze dengê Rêberê xwe bibihîze û fikrên wî yên giranbuha fêr bibe. Her wiha li dijî êşkenceya bê dad û tecrîda dij-exlaqî derdikeve. Wisa xuya dike ku di vê salvegerê de ji her kesên ku berpirsyarên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ne jî dixwaze bi berpirsyarî tevbigerin.

Di salvegera 16’an de têkoşîna li dijî komployê bi têkoşîna li dijî komploya destûra bingehîn a faşîst re mil bi mil dimeşe. Guherandina destûra bingehîn a dixwaze dîktatoriya faşîst zeximtir bike û opreasyonên qirkirina siyasî ku her roj berfirehtir dibin, hêrsa gelê Kurd û ya gelên Tirkiyeyê mezintir dikin. Ev guherîna destûra bingehîn a li ser esasên faşîzmê di rastiyê de berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Wisa jî derdikeve holê ku Wê gelê Kurd têkoşîna ji sîstema Îmraliyê re na û ya Ji Dîktatoriya faşîst re na bike yek û hîn bêtir bihêz bimeşîne.

Pir zelal e ku di sîstema Îmraliyê de misqalek jî hiqûq û exlaq nîne. 18 sal in Rêber Abdullah Ocalan di nav sîstemeke êşkence û tinekirinê de wek rehîneyekî tê girtin. Her cure êşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk li ser Rêberê Gelê Kurd tê bikaranîn. Bêguman gelê Kurd rewşeke wiha qebûl nake û wê heta dawiyê ji bo parçekirina vê sîstemê têbikoşe. Helbet helwesteke wiha ne tenê ji bo gelê Kurd derbasdar e. Ji bo her kesê ku ji xwe re dibêje ez demokrat, şoreşger û heta yê ji xwe re dibêje ez mirov im jî divê li dijî îstema êşkenceyê ya Îmraliyê derkeve û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bixwaze. Riyeke din a mirovtiya biexlaq û biprensîb nîne.

Li ser vê esasê ji bo mirovbûna biexlaq û prensîb, ji bo şoreşgerî û demokratî, ji bo dijberiya zext û terora faşîst, ji bo gotina Na ya li dijî destûra dîktatoriya faşîst, ji bo gihiştina jiyaneke azad û demokratîk derketina li dijî sîstema Îmraliyê merc e û divê azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê daxwazkirin û ji bo vê bilindkirina têkoşînê pêwîst e. Misoger e ku wê Gelê Kurd û tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk li ser vê esasê tevbigerin, wê têkoşîna li dijî guherandina destûra bingehîn a faşîst bi têkoşîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan re bikin yek û di sala 19’an de komployê bavêjine ser sergoya dîrokê.

Ji bo vê jî banga Viyanê rast e û ji bo her kesî jî derbasdar e. Di destpêka Sibata 2006 an de got: –Ez êdî naxwazim bi sîstema Îmraliyê re bijîm- û ket nav tevgerê û banga tevlibûnê jî li her kesî kir. Her wiha banga Viyanê ji bo tevahiya şoreşger û welatparêzan jî rêber e. Ev têkoşîna ku vê bangê esas bigire û têkoşîna ku li her der û bi her cure metodê ve bête geşkirin, wê komploya navneteweyî di dîrokê de binax bike. Li ser vê esasê em keça leheng a başûrê Kurdistanê Viyan Soran bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li her kesî dikin ku bi bihîstyariya Viyanê re li dijî komployê hîn çalaktir têbikoşîn.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA