Hevşaredarê Dutaxê Ozturk hate girtin

Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk ê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin, bi îdîdaya “Endamê rêxistinê” hate girtin.

Piştî ku di 11 Çileyê de qeyûm ji bo şaredariya Dutaxê hate wezîfedarkirin û şûn de di serdegirtina malan a 23’yê Çileyê de hevşaredarê Dutaxê Firat Oztur jî din av de 10 kes hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hate kirin. Ji 10 kesên ku îfadeya wan li dozgeriyê hate girtin û şûn de 7 kes hatin berdan, Hevşaredarê Dutaxê Firat Oztur û hevşaredarê HDP’ê yê berê yê navçeyê Remezan Yildiz û welatiyê bi navê Casim Balçok bi îdîaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin.