KODAR: Em êşa malbatên bazirgan par ve dikin û sersaxî ji wan re dixwazin

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo malbatên bazirgan ku li Serdeştê di bin aşîtê de mayn û jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê da.

Roja 28’ê Çileya 2017'an li nêzî gundê Bibewiranê Serê yê bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê   ji ber aşîtê  li bajarê Serdeştê 3  bazirganan jiyana xwe ji dest dan. Şevê din bazirganek din yê ku birindar bûyî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû û hejmara wan bû 4 bazirgan.
 
Bi vê wesîleyê Komeleya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) peyamek nivîskî weşand, ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên kasibkaran ên bajarê Serdeşt re  sersaxî da.
 
Di daxuyaniya nivîskî ya KODAR'ê de wiha hat gotin; "4 Bazirganên ji ber aşîtê ku jiyana xwe ji dest dan, xemgîniyek mezine ji bo civaka Kurdistanê. Em êşa malbatên 4 Bazirganan parve dikin. Ev bûyerek bi êş û giran e. Krîza aborî, şert û mercên jiyanê ya giran li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li bajarên ser sînor, bûye sedem hejmarek ji welatiyên Kurd, her roja diçe dibin qurbanî."
 
Daxuyaniya nivîskî ya KODAR'ê wiha dewam dike; "Bazirganê Kurdistanê îradeya kesayetek ku xwe radest û teslîm nekiriye nîşan dide. Bi canê xwe parastina rûmet û şerefa xwe û civaka xwe dikin."

 Di dawiya daxuyaniya nivîskî ya  KODAR'ê wiha tê gotin; "Em ji bo malbatên Bazirganan jiyana xwe ji dest dane, gelê Rojhilatê Kurdistanê, civaka karker û hemû qurbaniyan sersaxî dixwazin û êşa wan parve dikin.’’