KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Kobanê serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê bû
Fermandariya YPG'ê bi daxuyaniyekê 2'emîn salvegera berxwedana Kobanê li hemû şehîdan, malbatên wan, şervanên qehreman, her wiha li gelê bi rumet û hemû hêzên xêrwaz pîroz kir. -
MLKP-Rojava: Em salvegera berxwedana Kobanê pîroz dikin
MLKP-Rojava, bi peyamekê 2 salvegera berxwedan Kobanê pîroz kir û got: "Şoreşa Rojava şoreşa gelane, Kobanê, serkeftina Şoreşa Roava îlan kir." -
Xidir Salih: Xweseriya Şengalê wê îsal bê ragihandin
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê diyar kir ku ew ê di sala 2017’an de bi fermî Xweseriya Şengalê îlan bikin û got, "Em ê xweseriyê bikin diyarî ji bo dayikên me yên ku zarokên xwe di vê rêyê de kirine qurban." -
KODAR: Mîmarê serketina berxwedana Kobanê felsefeya Rêber Apo ye
KODAR'ê da xuyakirin, ku mîmarê serketina berxwedana Kobanê, felsefe û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Yên di berxwedana Kobanê de cih girtin, divê li pêşberî rewşa mîmarê vê serketinê jî bi baldarî tevbigerin." -
Li Rihayê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Xelfetiyê, duh danê sibehê 5 kes hatine binçavkirin. -
Qeyûm çavê xwe berdaye meaşê jinan!
Îbrahîm Taşyapan ku weke qeyûmê li şaredariya bajarê mezin Wanê hatî wezifedar kirin jinan weke hedef nîşan dide. Taşyapan ê ku gelek qadên kar ên ji bo jinan girtiye, niha jî meaşên jinên li şaredariyê dixebitin, nade. -
YCR: Ya li Kobanê bi ser ket, rastiya ciwanên şerker bû
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) da xuyakirin, ku li Kobanê şer di navbera jiyana û mirinê, hebûn û tinebûnê, ronahî û tarîtiyê de hat kirin û got, "Ya li Kobanê bi ser ket, rastiya ciwanên şerker ê serdemê bû." -
Hefteya serketinê ya Kobanê
Rêwiyên ji bo jiyan û azadiyê mirinê têk dibin, rêwiyên destana berxwedanê ya neyê jibîrkirin, ji bo gavên dawî yên serxistina vê rêwîtiyê bavêjin, dikevin nava liv û tevgerê. -
Pêşî îşkenceya 'girêka beraz' tê kirin, piştre jî gefa kuştinê tê xwarin
Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi îşkenceya 'girêka beraz' ku weke rêbaza îşkenceyê ya Hîzbûllahê tê naskirin, her di rojevê de ye. Di rapora dawî ya Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê de hat ragihandin, ev girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê. -
Hevşaredarên Qilabanê hatin binçavkirin
Hevşaredarê navçeya Qilaban a Şirnexê Zeynep Uren û Yûnûs Urek ji aliyê hikûmeta AKP/MHP'ê ve hatin binçavkirin. -
Cewhera çar parçeyên Kurdistanê: Şehîdgeha Kobanê
Berxwedan û serketina Kobanê, ku bi tîpên zêrîn li dîroka berxwedanê ya mirovahiyê hat nivîsandin, ku dilê mirovahiyê 134 rojan li wê derê lê dan, bi lehengiyeke bêhempa ya jin û mêrên ciwan ên Kurd afirî. -
Tevî Hevşaredarê Bêgirî 7 kes hatin girtin
Li navçeya Bêgirî ya Wanê, tevî Hevşaredar Dr. Mehmet Alî Tûnç 7 kes hatin girtin. -
Laboratûvara çandiniya zanistî ya li Rojava karekî serketî dike
Navenda Lêkolînên Çandiniya Zanistî ya Hesekê, ku yekane laboratûvara li ser av û axa Rojava analîzan dike, xebatên xwe yên ji bo xurtkirina çandiniya ekolojîk û zanistî didomîne. Amadekirina Nexşeya Çandiniyê ya Rojava li ber qedandinê ye. -
Simbêlê şervanê YPG'ê bû mijara darizandinê
Simbêlê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû mijara darizandinê. Pesindayîna simbêl, ji aliyê dadgeriya Tirk ve weke sûc hat dîtin. -
Mayîna çeteyan teqiya: 5 zarok bi giranî birîndar bûn
Li gundê Hedac ê Reqayê ji ber teqîna mayîna çeteyên DAIŞ'ê yên li pişt xwe hêlayîn, 5 zarok bi giranî birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser û salvegera Kobanê hat pîrozkirin
Kantona Cizîrê, Rêveberiya Xweser û salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin. -
Li Sêrtê 3 kes hatin girtin û şandin girtîgehê
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 3 kesên ku li navçeya Misirçê hatin girtin. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku du şervanên wan şehîd bûne û got ‘’Em sond dixwin ku li pey şopa şehîdan têkoşîna azadixwaziyê geş û gur bikin’’. -
Li Berlînê biryara dadgeha Parîsê hate şermezarkirin
Biryara betalkirina Doza Komkujiya Parîs êli Berlînê hate şermezarkirin. -
Yuksekdag: Hiqûq jî nikare vebêje; divê doz betal bibe
Yuksekdag têkildarî doza ku lê hatiye vekirin got, "Rewşeke welê li ber me ye, ku hiqûq jî nikare vebêje. Divê doz betal bibe." Rûniştina dozê hate taloqkirin. -
Baydemîr û Yildirim ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr û Ahmet Yildirim ên hatbûn, binçavkirin hatin berdan. -
Wekîlên HDP’ê yên Amedê: Gel wê vê zilmê qebûl neke
Wekîlên ku rûniştinên Amedê şopandin gotin, "Doza Sereke ya KCK’ê doza darbeyê ya li Kurdan e". Wekîlan destnîşan kirin, ku gel wê vê zilmê qebûl neke. -
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên xwe eşkere kir
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir û got, "Em ê erk û wezîfeya dîrokî ya ku Hakî û hemû hevrêyên pê re şehîd bûn ji me re hiştine, bi ser bixînin." -
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê çalakiya sabotajê pêk anîn
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li quntarê girê Cîgerxwîn ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî leşkerên tev digeriyan çalakiyeke sabotajê pêk anîn. -
Taşçier hat berdan
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, ku bi îdîaya "heqareta li Serokkomar" ji ber deriyê mala xwe hate binçavkirin, hat berdan.