KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sewqiyata leşkeri ji bo tabûra Geyiksûyû ya Dersimê tê kirin
Li navenda Dersimê bi hejmarek zêde ya wesayîtan, leşker tên şandina tabûra Geyiksuyê. -
Li gel dayîka xwe weke 'Wergêr' hate binçavkirin
Di serdegirtinên Wanê de ku ji 2 kesên hatin binçavkirin Ferzînde Yacan ji ber ku bi zimanê Tirkî nizane baxfe, weke wergêr keça wê ya 12 salî jî li gel birin. -
Qeymeqam weke qeyûm ji bo Şaredariya Elbakê hate wezîfedarkirin
Ji bo şaredariya navçeya Elbak a Wanê qeymeqamê navçeyê Abdulselam Oztûrk weke qeyûm hate wezîfedarkirin. -
Rêveberiya PDK'ê ji HDP'ê lêborin xwest
Li ser mudaxeleya asayîşa PDK'ê ya ku îro dest danîbûn li ser wesayîta nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê û xwestîbûn ajokar binçav bike, rêveberiya PDK'ê ji HDP'ê lêborin xwest. -
'Em bi dil û can li gel gerîla ne'
Peşmergeyên dêrîn, rewşenbîr û çavderên siyasî ên li Başûrê Kurdistanê ji herema Behdînan bi rê ketin. Diyar kirin ku her Kurdkî xwe bide paş an jî bibe dar û destê dijminî, wê heta hetayê tif û laneta dîrokê li ser guhê wan be. -
Riza Altûn: Nebûna Kurdan a li Astanayê hê di destpêkê de îflas e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun: Nebûna Kurdan a li Astanayê di destpêkê de îflas e. Teşeyekî çareseriyê yê ku hêzên Federasyona Sûriyeya Demokratîk tê de nebe, sûda wê nîn e ku bi pêş bikeve, hema bibêje sifir e. -
Di encama teqîna alavekê de, dû bira birîndar bûn
Li Şirnexê dema ku 2 birayên bi navê Emre û Vezîr Bariş bi alava dîtin, lîstin teqiya. Di teqînê de her 2 bira birîndar bûn. -
SMJÊ: Salvegara Komara Mahabad pîroz kir
SMJÊ, bi peyamekê 71'emîn salvegar Komara Mahabadê li tevahî Kurd û bi taybet li gelên Rohilata Navîn pîroz kir. -
Amed: Rojeva gelê Kurdistan Kongreya Netewî ye
Endamê Komîteya tekîliyên derve ê KCK'ê Navdar Amed, têkildarî hatin pêşmergeyên dêrîn, akademîsyen û ciwana wiha got: "Di rojeva gelê Kurd de xebata kongreya netewî ya Kurdistanê heye." -
Asayîşa PDK'ê dest danî ser wesayîta nûnertiya HDP'ê
Asayîşa PDK’ê, dest danî ser wesayîta nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û xwestin ajokarê wesayîtê binçav bikin. -
Li gundê Sarincê derketina derve hat qedexekirin
Li gundê Sarincê yê navçeya Artûklûyê, derketina derve hat qedexekirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Girê Spî, ku di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li gundê Tenhozê hat veşartin. -
YPS'ê li ser çalakiyên xwe daxuyaniyek weşand
Endamên YPS/YPS Jinê li Amed û Edeneyê, li dijî polîsan çalakî pêk anîn. -
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê Amerîkî eşkere kir
YPG'ê da xuyakirin, ku şerê ew li dijî DAIŞ'ê dimeşînin ne tenê şerekî li dijî terorê ye, di heman demê de şerê parastina nirxên mirovahiyê ye û nasnameya şervanekî xwe yê Amerîkî yê di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
6 kes li Semsûrê hatin binçavkirin
Jendermeyan avêtin ser gundê Akçali yê li navenda Semsûrê û 6 kes binçav kirin. -
Berê koçberan her li Minbicê ye
Hejmara mirovên ji ber zilma DAIŞ'ê koçî Minbicê dikin, roj bi roj zêde dibe. Ji duh û vir ve 2 hezar kesên din ên ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar bûne, xwe gihandin Minbicê. -
6 gerîla hatin înfazkirin?
Li bejahiya Bedlîsê , di operasyona leşkerî ya 12’ê Çile de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Li serê her gerîlayekî şopa guleyekê hebû û vê jî gumana înfazê bi xwe re anî. -
Ew bi xwe berxwedêrê Kobanê ye, kurê wî jî şehîdê Minbicê
Hannan Alî got, "Di şerê Kobane de em bi hestên hevaltî, hevrêtiyê bi ser ketin. Ji bo tevlî çalakiyê bibe, her kesî li ber xwe dida û her kes rû li ken bû. Cara yekemîn min dît ku ji mirinê natirsim." -
Bajarokê Suweydiyê yê Reqayê hate rizgarkirin
Bajarokê Suweydiyê Kebîra yê li rojavayê Reqayê, ku navenda lojîstîk a DAIŞ’ê bû, ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hate rizgarkirin. -
Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê avêtin ser gelek malan. Di encamê de 2 kes binçav kirin. -
Guhertina Destûra Bingehîn gava destpêkê ye ji bo avakirina rejîma şexsekî
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dan xuyakirin, ku guhetina Destûra Bingehîn a bi hevkariyeke faşîst li parlamentê hat kirin, welêt dixe nava serdemeke tarî. Nûneran gotin, ew ê bi ti awayî vê guhertina dûrî demokrasiyê ye, qebûl nekin. -
Jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn: Me serî netewand, bi me serbilind bin
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, ku li jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn a li kolana Narîn hat kuştin, herî dawî wiha digot: Me serî netewand, bi me serbilind bin. -
Berxwedana YPS'ê: Armanca min hilanîna tola hevrêyên min e
Dîdar Çiya bi gotina, "Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe û gelê xwe têdikoşim", qala berxwedana YPS'ê ya li Şirnexê kir. -
Dijminatiya qeyûmên AKP'yî li jinan dewam dike
Qeyûmên li şaredariyên Bajarê Mezin ê Wanê, navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêt, Şax, Erdîş û Bêgirî hatin bicihkirin, weke karê destpêkê yekser saxiyên jinan girtin. -
Li Suweydiya Mezin şerê dijwar: 73 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Rojavayê Reqayê de, liSuweydiya Mezin şerê dijwar diqewimin. Heta niha ji sedî 70 bajerok hatiye rizgarkirin, 73 çete hatine kuştin.