KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê sersaxî ji gelê Îranê re xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji xizmên mirovên li Tehranê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. KCK'ê diyar kir, rojên bi vî rengî rojên piştevaniya gelan e. -
Gerîlayan li Şemzînanê çalakî pêk anîn
Gerîlayên HPG/YJA Starê, roja 17'ê Çileyê li dijî leşkerên li ser girê Leylek ê qereqola Bezelê ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. -
'Yekîtî neteweyî bi ser dixîne, parçebûn ji dest dibe'
Alîkara Hevserokên Tevgara Azadî Tara Huseyîn di konferansa ciwanan de axivî û got, "Divê kongreya neteweyî demildest bicive." Rêveberê Tevgera Ciwanên Welatparêz Kerkûkî jî got, yekîtiya neteweyî wê bi ser bikeve. -
Biryar hat dayîn ku Hevşaredarên Nisêbînê 30 rojî di binê çavan de bimînin
Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di nav de, der barê 9 siyasetmedaran de biryar hat dayîn ku 30 rojî di binê çavan de bimînin. -
Besî: Polîtîkaya dewletê ya dijî Kurdan têk çû
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Zahîde Besî di 'Doza Sereke ya KCK'ê de parastina xwe kir û got, "Ev doz nîşan dide ku polîtîkaya asîmîlasyon û tinekirinê ya li ser Kurdan a ku bi sedan sal in sazkar e, têk çûye." -
Qeyûm xwe li tabelayên bi zimanê Ermenî ranegirt!
Kar û barên Atif Çîçeklî ku weke qeyûm li Artemêtê bi cih bû, cihê nerazîbûnan e. Yek ji vî karê Çîçeklî jî rakirina tabelayên bi zimanê Ermenî ye. -
Ciwanên Kurd ji bo kongreya neteweyî li hev civiyan
Ciwanên Kurd, li ser kongreya neteweyî li Silêmaniyeyê konferansekê lidar dixin. -
Silo: Rizgariya Reqayê nêz e
Berdevkê QSD'ê Silo ragihand, rizgariya Reqayê nêz e û got, gelê li vê derê wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. -
Li Şirnexê hebûna me ya dîrokî çandî tê tinekirin!
Bi dehan avaniyên dîrokî çandî yên li Şirnexê ku di demeke nêz de neyên parastin, wê beşeke girîng a hebûna me ya kulturî tine bibe. -
Hevşaredara Pasûrê hat sirgûnkirin
Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a dîl hatiye girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê hat kirin. -
Mîrateya Osman Sebrî ya li Minbicê
Fadil Kodrej: Xalê min û berxwedêrên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku piştî wî rabûn, nifşekî nû afirandin. Ev nifşê hatiye afirandin, xiyanetê ji hev dixe û bi berxwedanê radibe. -
Li Siwediye ya Rojava 48 çete hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundê Siwediye ya Rojava ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hatin têkbirin. Di vî şerî de 48 çete hatin kuştin. -
Êzidiyên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin digihîne malbatên wan
Tevgera Jinên Êzîdxanê (TAJÊ), ku ji Êzidiyên ji nava lepên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin dibe alîkar, ji bo xwe bigihînin gel û axa xwe, li Şengalê bi gelek berpirsyariyan radibe. -
'Qeyûm, li dijî Êzidiyan bingeha komkujiyeke nû ava dike'
Parlamenterê HDP'ê yê Êzidî Atalan da xuyakirin, ku qeyûm bi zanebûn Êzidiyên li kampê sirgûnî kampên alîgirê DAIŞ'ê lê ne, kiriye. Atalan got, bi vî awayî bingeha komkujiyeke nû hatiye avakirin. -
Hevserokê navçeya DBP'ê ya Silopiyayê hate girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê DBP'ê yê navçeya Silopiyayê Mahmût Yildiz hate girtin. -
Li Hesekê 2 şervan hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanê Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî Elî El-Biro (Sergon Til Temir) û şervanê Hêzên Sutro Mehmûd Mihemed (Sîmon), bi merasîmekê li Goristina Sûryan a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hatin veşartin. -
Nasnameyên 3 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG'ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Tilkef bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin
Bajarokê Tilkef ê Mûsilê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. -
Li bejahiya Dêra Hênê operasyon
Li Çiyayê Spî (Akdaglar) a bejahiya navçeya Dêra Hênê bi beşdariya deh hezaran leşker û cerdevanan operasyonekî berfireh hatiye destpêkirin. -
Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li herêma Qendîl barandin. Ji ber vê bomberdûmanê, ceyrana gelek gundan qut bû. -
AKP'ê li Dersîmê qeyûm xist şûna qeyûm
Alîkarê Waliyê Tirk Oner ê weke qeyûm li Şaredariya Dersîmê hat bicihkirin, ji qeyûmtiyê hat derxistin. Li şûna wî jî Waliyê Tûncelî Kaymak hat bicihkirin. -
Gerîlayê HPG'ê yê Ermenî: Em ê xewn û xeyalên Hrant pêk bînin
Gerîlayê HPG'ê Zedkanyan diyar kir, bi kuştina Hrant Dînk re êrîş li diyalog navbera gelan hatiye kirin û got, "Bi avakirina neteweya demokratîk re em soz didin, ku em ê xewn û xeyalên Hrant Dînk pêk bînin." -
Kalkan: Teqez e ku encam serfirazî be
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, "Eger têkoşîna xwerêveberiyê di sala 2017’an bi şêwaz, rêbaz û tempoyeke têrkar were dayin, teqez e ku encama wê serfirazî be." -
Salah: Siyaseta PDK'ê rê li ber şikestineke mezin vedike
Felah Salah destnîşan kir, krîza li Başûrê Kurdistanê bi lihevkirina du partiyan çareser nabe û got, "Heta ku Mesûd Barzanî dest ji serokatiyê bernede, wê ev krîz çareser nebe. Wê hîn bêhtir kûr bibe." -
Dewlet dixwaze Sûrê di nav blokên betonê de bihêle
Heta sedsala 19’an Sûr xwedî rengekî wiha bû ku li xwe venedibû. Malên bi baxçe ku li rex kuçeyên teng rêz dibûn, bi geometriyeke ne li hev ji hev dûr dibûn û nêzî hev dibûn. Niha jî mêjuyeke ji bo rantê tê kavilkirin.