Besî: Polîtîkaya dewletê ya dijî Kurdan têk çû

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Zahîde Besî di 'Doza Sereke ya KCK'ê de parastina xwe kir û got, "Ev doz nîşan dide ku polîtîkaya asîmîlasyon û tinekirinê ya li ser Kurdan a ku bi sedan sal in sazkar e, têk çûye."

Li Amedê darizandina 'Doza Sereke ya KCK'ê berdewam dike. Doza KCK’ê ya ku 2009’an li Amedê bi operasyonan dest pê kirî û li ser 154 siyasetmedarên Kurd hatî vekirin, li Dadgeha Cezeyê Giran ê 2. a Amedê berdewam kir. Di dadgehê de endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Zahîde Besî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, li gel parêzerê xwe amade bû. Parêzeran îtîraz kir ku Besî bi awayekî kelepçekirî li hêwana rûniştinê were sekinandin, fermandarê jandarma jî got, ‘’dilê wê kûderê bixwaze gilhê min li wir bikin’’ Piştî ku dadger talîmat da ku kelepçe were rakirin nîqaş bi dawî bû.

Besî diyar kir têkildarî sîsika dozê bi Kurdî parastina xwe amade kiriye lê rêveberiya girtîgehê dest li ser parastina wê daye, fotokobiya parastina wê dane wê û xwest ku ev derbasî qeydan bibe.

'DEWLET BI ZORDARIYÊ NIKARE ENCAMÊ'

Besî got, ji ber darizandinên siyasî yên li dadgehan heqê Kurdan ên demokratîk û qadên siyasî bi salan e têne krîmînalîzekirin, sereqat dikin ku Kurd di pozîsyona xweparastinê de bin û wiha domand:

"Li gel êrîşên nîjatperestî, zayendî dîsa jî yê ku hatine darizandin tim em Kurd bûne. Li gel ev qas neheqî û zilmê şandeya dadgehê dibêje, 'bêsûcdarbûna xwe ispat bikin'. Arîşeya Kurd dewletê ava kiriye. Ji ber  ku Kurd hatine înkarkirin ev arîşe derketiye holê. Mafê herî xwezayî yê Kurdan, heqên kulturî hatine qedexekirin. Li ser kesên ku nasnameya Kurdan parastina polîtîkayên qirêj hatine kirin, bi sedan rewşenbîrên Kurd û pêşeng hatine darvekirin, di heman demê de li ser Kurdan asîmîlasyoneke qirêj, koçberkirin û komkujî hatine kirin. Pêşeng û nûnerên gelê Kurd ji bo ku qanih bikin ku ti sûcê wan nîn e, bi salan e neçar mane ku xwe biparêzin. Ev doz nîşan dide ku polîtîkaya asîmîlasyonê û tinekirinê ya li ser Kurdan, a ku bi sedan sal in dom dike têk çûye. Dîrokê ev polîtîka mehkûm kirine. Bi zorê nasname û hebûna civakê nikare were guherandin û tinekirin."

'DOZ DIVÊ BETAL BIBE'

Besî diyar kir, hemû gavên ku dewleta Tirk derbarê arîşeya Kurd davêje bi mebesta ‘xapandin’a Kurdan in û got: "Hişmendiya netew-dewletê xwe li ser avakirina dijminan ava dike. Ev dewlet hebûna xwe li ser dijminkirin û tinekirina Kurdan ava dike. Heman hişmendî di dozên FETO  de jî xwe nîşan dide. Berpirsê karên qirêjî yên dewletê weke cimeat tê destnîşankirin. Lê dema ku mijar Kurd bin, nîqaş û pirsgirêkên xwe yê navxweyî li hêlekê dihêlin û li dijî Kurdan dibin yek.. ji ber sedema ku ev doz ji hela endamên cemeatê ve hatiye amadekirin ma ne divê ev doz bikeve? Domdarkirina vê dozê ne nakokî û dirûtiyek e?"

'EZ JI BO CIVAKEKE DEMOKRATÎK TÊDIKOŞIM'

Besî bi berdewamî: "Di vê dozê de sûcdarî li ser min hatine kirin. Em li dijî hişmendiya dewleta yekparêz, di lêgerîneke mirovî, ûcdanî de ne. Ez Kurd im. Li dijî polîtîkayên dewletê, ji bo ku ez helwesta xwe nîşan bidim, di partiyeke siyasî de min rêveberî kiriye. Mirov bi ziman û çanda xwe, bi dîroka xwe mirov e. Mirov bi van xwe û civaka xwe nas dike. Ez di vê mijarê de xwe berpirs dibînim. Ez ji bo civakeke ekolojîk, azadîxwaziya zayendî, ji bo civakeke demokratîk têdikoşim. Ji ber vê nasnameya xwe tême darizandin. Ez di heman demê de jineke Kurd im. Li dijî sîstema zilamserweriyê heqê jinan diparêzim. Ev pirsgirêk ji dewletê ne serbixwe ne. Ji bo ku jin heqê xwe yê xwezayî û rewa li hemû qadên jiyanê bijÎn, di saziyên jinan de ez xebitîm.. Herî dawî dixwazim bibêjim, heke ev îdîaname ji hêla endamên Cemeatê ve hatibe amadekirin, divê ev doz bikeve."

Parêzera Besî Nûjîn Uysal xwest ku miwekîla wê serbest were berdan.

Rûniştin taloqî Duşemê hate kirin.