Gerîlayan li Şemzînanê çalakî pêk anîn
Gerîlayên HPG/YJA Starê, roja 17'ê Çileyê li dijî leşkerên li ser girê Leylek ê qereqola Bezelê ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, roja 17'ê Çileyê li dijî leşkerên li ser girê Leylek ê qereqola Bezelê ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî da:
"Roja 17'ê Çileyê saet di 16:00 de, komek ji leşkeran ku rêya ber bi aliyê girê Leylek ê qereqola Bezelê ya Şemzînanê rê paqij dikirin, xwe ji girê Sîvrî berdan xwarê. Li ser vê yekê, gerîlayên me bi çekên giran li wan dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
Roja 18'ê Çileyê saet di navbera 20:00-21:00 de balafirên şer ên artêşa TC gombe li girê Savaş û qada Kortek a li herêma Qendîlê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê xisar li delh û rezên gundiyan bû."