KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevşaredarê Bêgirî hate binçavkirin
Hevşaredarê Bêgirî Dr. Mehmet Alî Tûnç hate binçavkirin. -
Ji bo Başûr nameyek ji Bakur
Îro, ji bo yekbûna Kurdan a neteweyî têkoşîna we ya rêxistinî ya li dijî mêtingeriya Tirk, ji têkoşîna me zêdetir encamê bi dest ve tîne. -
Dîmenê rûxandina wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê
Wesayîteke bombebakirî ya çeteyên DAIŞ'ê, ku li gundê Suwediye ya Rojava hat bidestxistin, ji aliyê tîmên pispor ve bi kontrol hat teqandin. -
'Divê gelê Çewlikê êdî polîtîkayên AKP'ê bibîne'
Gerîlaya YJA Starê Sozdar Evîn got, "Min hêza jinê di nava PKK'ê de dît" û ji ANF'ê re qala tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir. -
Ji bo rizgariya Tirkiyeyê azadiya Ocalan şert e
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û destnîşan kir, yekane rêya çareseriya krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, azadiya Ocalan e. -
Li Teroyê metirsiya pêla koçberiya mezin
Pirsgirêkên kampa AFAD a ku li herêma Teroyê ya Gurgumê derdikevin, her ku diçe welatiyên herêmê dixe nava fikaran. Li gorî agahiyên welatiyên herêmê, li nava kampê pirsgirêkên mezhebî jî hene. -
YPG'ê nasnameya 3 şervanên Xezeba Firatê eşkere kir
YPG'ê nasameya 2 şervanên xwe yên di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de şehîd bûn û şervanekî ku di encama nexweşiya dil de şehîdb bû eşkere kir. -
Ji ber bomberdûman artêşa Tirk koçî Efrînê dikin
Ji herêma Şehbayê hezar û 351 kes, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker koçberî Kantona Efrînê dikin. -
Êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat têkbirin
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş gundê Suwediye ya Rojava bikin, ku ev gund li bakurrojavayê Reqayê ye. Êrîş ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat têkbirin. -
'Aştî bi azadiya Rêberê me dibe'
Malbatên Oral û Yalçin, ku bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, bang li gelê Kurd kirin, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser piyan. -
Êrîşa DAIŞ'ê hat têkbirin
Çeteyên DAIŞ'ê erîşî gundê Odyan ê Reqayê kirin. Ev êrîş ji aliyê Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat têkbirin. -
Yek ji 12 siwariyan: Gerîla xwe ji çiyayên azad berdan Şengalê
Gerîla Viyan Mazlûm yek ji wan 12 Siwariyên Derwêşê Evdî ye ku rê nedan komkujiyeke mezintir li Şengalê çêbibe. Viyan Mazlûm qala fermanê û berxwedana 12 siwariyan kir. -
Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê bi biryarnameyê tên talankirin!
Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê, ku di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê de cih digirin, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve weke "Qada Projeya Taybet" hate îlankirin. Naveroka vê projeyê jî tê veşartin. -
'Qedandina tecrîda li ser Ocalan, qedandina şer e'
Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal diyar kir, tecrîda li ser Ocalan roj bi roj giran dibe û got, "qedandina tecrîda li ser Ocalan, qedandina şer e." -
3 şervanên Minbicê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Casim (Mehmûd Minbic), Fikrtî El Syîd (Fikrî Minbic) û Mûsteva El-Ebûd (Ebû Nûr) ên ku 10'ê Çileyê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
'Wê civîna Astana serkeftî nebe'
Konsya Rêveberiya Sîstema Federala Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê: Wê civîna Astanayê mîna yên berê hatine li dar xistin serkeftinê bi xwe re naîne. Ti biryarên civînên ku em beşdar nebûne me eleqedar nakin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Fewaz hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Fewaz El-Îsa (Dilbirîn Qamişlo) ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hate veşartin. -
'Hevjînê min dewletê qetil kir; ez ê têkoşînê bidomînim'
Parêzvanên mafê mirovan û Xizmên nebedibûyiyan, li Amedê kom bûn. Hevjînê Omer Onen ê ku di sala 1993'an li Çinarê hate nebedîkirin got: "Dema ku hevjînê min hate nebedîkirin Rewşa Awarte hebû, îro jî heman e. Hevjînê min dewletê qetil kir." -
YPG: Bi çekên giran eniyên me dikin hedef
YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku arteşa Tirk bi çekên giran û panzêran çeperên hêzên wan dikin hedef. -
Li Cinêvê meşa 'Smash Erdogan'
Li Cinêvê Ciwanên Kurd û Swîsreyî bi hevpar çalakiyek li dar xistin, polîsan êrîşî çalakiya ciwanan kirin. -
Ciwanên Başûr: Qendîl ji bo me şeref û nasname ye
Bi sedan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, bi mebesta ku li dijî polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û nokeriyê, destekê bidine gerîlayan çûne Qendîlê. Ciwanan gotin, ‘’gerîla em in, em gerîla ne’’ -
Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan li hev kom bûn
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîlên wan bê darizandin cara 616. li Qada Galatasarayê kom bûn. -
Çalakgerên TV10: Em ê serê xwe li ber hişmendiya tekparêz netewînin
Ji bo vebûna qenala TV10 a ku bi biryarnameya Rewşa Awarte hatiye girtin, saziyên Elewiyan ev 15 hefte ne li Qada Galatasarayê çalakiyê lidar dixin. Saziyan gotin, ew ê serê xwe li ber hişmendiya tekparêz netewînin. -
Artêşa Tirk bombe li şehîdgeh û gundên li Başûr barand
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Seferî û Golika yên ser bi navçeya Amediye ya bajarê Duhokê barandine. -
Berhem Salih: Em ê serxwebûnê ne bi Enqereyê lê bi Bexdayê re nîqaş bikin
Dr. Berhem Salih diyar kir, serxwebûn mafê herî sirûştî yê gelê Kurd e û got, ev mijar divê ne bi Tehran, Enqere yan jî Washîngtonê re lê bi Bexdayê re were guftûgokirin.