KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bîlgen: Erdogan û kesên hêviya xwe ji wî hene, wê têk biçin
Berdevkê HDP'ê Bîlgen li Wanê di panelekê de axivî û got, "Erdogan û kesên hêviya xwe ji wî hene, wê têk biçin." -
Destûr nehat dayîn ku mamoste ber bi navenda PDK'ê ve bimeşin
Ji bo şermezarkirina muçeyên kêm û nedana muçeyan, mamosteyan xwestin ber bi navenda PDK'ê ya li Silêmaniyeyê ve bimeşin, lê belê polîsan destûr nedan. -
HPG: Em hevalên xwe Asmîn, Botan, Diyar û Mazda bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin
"Hevalên Asmîn, Botan, Diyar û Mazda, ku bi berpirsyariya exlaqî û wijdanî rabûn û di salên dawî de tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn, di şerê berxwedanê yê sala 2016'an de, dema li dijî dewleta TC a faşîst têdikoşiyan şehîd bûn." -
Hevşaredarên berxwedanê: Kaya û Kok
Hevşaredarên Nisêbînê Kaya û Kok herî baş dikarin bi vê gotinê bên vegotin; "Her kêlî di nav hewldaneke derasayî de bûn". Me dixwest ku vê hewldan û kêferatê ji wan guhdarî bikin lê beriya ku bi rê bikevim agahî hatin ku hatine binçavkirin. -
Dadgeriya Tirk dixwaze 22 sal cezayê girtîgehê li Encu bibire
Dadgeriya Tirk dixwaze parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu bi 22 salan cezayê girtîgehê ceza bike. Di gilînameya beriya niha de jî dadgeriya Tirk xwestibû cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Encu bibire. -
Meclîsa Avaker a Şengalê: Xweserî daxwaza gelê me ye; em amadekariya wê dikin
Meclîsa Avaker a Şengalê da xuyakirin, ku di çarçoveya daxwaza civaka Êzidî de ew amadekariya ragihandina xweseriyê dikin û bang li hêzên navneteweyî jî kir, ku sedemên fermanê lêkolîn bikin û hêzên berpirsyar mehkeme bikin. -
'Serê salê binê salê Xwedê azadî û aştiyê bide vê axê'
Serê Salê ku yek ji çanda hezaran salî ya gelên Mezopotamyayê ye û li gorî salnameya Hicrî di şeva 13'ê Çileyê de ye, hê jî ji aliyê Kurdan ve tê pîroz kirin. -
Li Bedlîsê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn
Ji leşkerên Tirk ên li Bedlîsê derketin operasyona 2 leşker hatin kuştin, jî birîndar bûn. Hat ragihadin, leşkerên min e endamên JOH'ê (Jendermeyên Tîmên Taybet) in. -
Ciwanên Şengalê: Em Şengalek xweser dixwazin
Li dijî her şêwe gef û êrîşên li dijî Şengalê, ciwanên Şengaê ji bo ewlekarî û parastina xwe daxwaza Şengaleke xweser dikin. -
Çay û çaydanê navdar ê gerîla
Çaydanê reş ê ku bêhnê li mirovan vedide. Bi gerîla re her tim çaydanekî reş heye. Ji xwe timî tê gotin, çaya gerîla gelekî cuda ye. Ya ku vê çayê bi tehm dike jî çaydanê reş ê gerîla ye. -
Hevşaredarê girtî Ozalp ji ber 'Rewşa Awarte' nayê dermankirin
Hevşaredarê Qelqeliyê yê DBP'yî Şerafettîn Ozalp, ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hat girtin, tevî ku pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê hene, ev 6 meh in bi hinceta 'Rewş Awarte ye' nayê dermankirin, wî ranakin nexweşxaneyê. -
18 herêmên li Mêrdînê weke 'herêmên ewlekariyê' hatin îlankirin
Dewleta Tirk a li Mêrdînê xwe ji bo operasyonê amade dike, 'herêmên ewlekariyê' îlan kir. -
'Eger wijdan bi we re hebe hûn ê dest ji cerdevaniyê berdin'
Gerîla Hîvda Pîrosî ku ji nava malbateke cerdevan tevlî nava refên PKK'ê bû bang li malbata xwe kir: Eger wijdan bi we re hebe hûn ê dest ji cerdevaniyê berdin. -
DAIŞ'ê di destpêkê de derew lê kir, piştre ew recm kir
Piştî ku Minbic hat rizgarkirin, asta hovîtiya DAIŞ'ê ya li gel dikir jî hêdî hêdî eşkere bû. -
45 gund û 20 gundikên ku hatibûn dorpêçkirin hatin rizgarkirin
Bi gihiştina hev a hêzên eniya Eyn Îsa û Kadîriye re, devera 550 km2 ku hatibû dorpêçkirin ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
'Li dijî her cure êrîşan em ê li gel gerîlayan cih bigirin'
Bi sedan ciwanên ji deverên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê ku berê xwe dan Qendîlê daxuyanî dan û diyar kirin ku li dijî her cure êrîşan wê li gel gerîlayan cih bigirin. -
YPG: Êrîş û tevgera pêgerên bê mirov dewam dike
YPG'ê destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser axa Rojava û tevgera pêgerên bê mirov jî didomin. -
Hevşaredarên Nisêbînê hatin binçavkirin
Hevşaredarên Nisêbînê Kaya û Kok, ku dewleta Tirk qeyûm li şûna wan bi cih kir, hatin binçavkirin. Tevî Hevşaredaran 9 kes hatin binçavkirin. -
Li Parlamentera HDP'ê Aydogan 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Dadgeriya dewleta Tirk 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan birî. -
Balafirên şer ên Tirk êrîşî Zap û Heftanînê kirin
Balafirên şer ên Tirk êrîşî Zap û Heftanînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, kirin. -
Bazara di bin sifirê de 30 pileyî
Li navçeya Ebex a Wanê ku hewayeke qerisî lê heye, xwediyê ajalan hê berê siharê, hewl didin ajalên ku anîne bazarê bifiroşin. -
Wêneyên Zivistanê yên Wanê
Mezintirîn gola Kurdistanê Gola Wanê jî be, Gola Erçek a li rex wê, bi 98 kîlometir a bi firehî û dirêjahiya xwe, qadeke berfireh dide ber xwe. -
Dadgeriya Tirk dixwaze Ferhat Encu heta bi hetayê di girtîgehê bihêle
Têkildarî parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu, ku niha girtî ye, gilîname hat amadekirin. Li gorî vê gilînameyê, dadgeriya Tirk dixwaze heta bi hetayê Ferhat Encu di girtîgehê de bihêle. -
Li Semsûrê 'herêmên ewlekariyê yên taybet' hatin ragihandin
Walîtiya Tirk a li Semsûrê, herêmên Komur, Yazibaş, Akçali Çamyûrdû, Olûklû û Koçalî yên Semsûrê, weke "Herêmên Ewlekariyê yên Taybet" ên demkî ragihand. -
Qeyûm perwerdehî û çand-hunerê dide ber dasê
Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Peyasê, hêwanên xwendinê yên bê pere kirine Qursa Quranê. Her wiha plan dike, Zarokîstan Xalxalok ku perwerdehiya pêşdibistanê lê tê dayin bikin navenda pişaftinê.