Li Bedlîsê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Ji leşkerên Tirk ên li Bedlîsê derketin operasyona 2 leşker hatin kuştin, jî birîndar bûn. Hat ragihadin, leşkerên min e endamên JOH'ê (Jendermeyên Tîmên Taybet) in.

Artêşa Tirk li bejahiya Bedlîsê derket operasyonê. Di encama operasyonê de şer derket û 2 leşkerên hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Walîtiya Bedlîsê da xuyakirin, ku di dema operasyona hêzên Fermandariya Herêmê ya Jendermeyan de, şer derketiye.

Hat ragihandin, di vî şerî de 2 leşkerên li Fermandariya Tabûra JOH a Tetwanê mirin, 2 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan operasyon dewam dike.

HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.