KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Cizîrê 28 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê di serdegirtinên malan de polîsên Tirk 28 kes kirin bin çavan. -
Pêngava Xezeba Firatê: Baskên Eyn Îsa û Qadiriye gihîştin hev
Pêngava Xezeba Firatê derbasî qonaxeke nû bû. Baskên Eyn Îsa û Qadiriye, ku di qonaxa duyemîn de ketin nava tevgerê, li gundê Kermanco gihîştin hev. -
Şahidê bûyerê: Du jin li kuçeyê hatin kuştin
Têkildarî du jinên ku li Sêrtê ji hêla polîsan ve hatin kuştin, agahiyên nû hatin bidestxistin. -
Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî hatin kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand. -
Cenazeyên 2 şervanên YBŞ'ê li çiyayê Şengalê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YBŞ'ê Ferhat Şêxê û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê bi merasîmekê hatin veşartin. -
'Ez ê canê xwe fedayî Kurdistanê bikim'
Necmedîn Dogan (Rojhat), dema diya wî jê re got, "Çeka xwe deyne, li dibistana xwe vegere" ev bersiv da, "Mirov li ber xwe nede bêrûmetî ye, ez ê canê xwe fedayî Kurdistanê bikim". Dogan li Nisêbînê bi lehengî li ber xwe da. -
'Ne hedê Yildirim e ku biryarê bide bê PKK'ê li ku bimîne'
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah nerazîbûn nîşanî daxuyaniya hevpar a Serokwezîrê Tirk Yildirim û Serokê PDK'ê Barzanî da, ku Yildirim ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst'. Abdullah got, "Derxistina PKK'ê ji Şengalê ne maf û hedê dewleta Tirk e." -
Li tîpa T a Wanê îşkenceya bi rêbaza Hîzbûllahê tê kirin
Girtiyên ku sewqî girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna bi rengekî tazî qebûl nekirin, ewilî li wan hat xistin, piştre bi rêbaza Hîzbûllahê îşkenceya 'girêdana beraz' li wan hat kirin. -
Wekîlên Başûrê Kurdistanê: Divê her kes li ber kiryaran rabin
Parlamenterên Komala Îslam, Tevgera Goran û YNK'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina wekîlên Tevgera Goran û Komala Îslam dan û bang li her kesî kirin, ku li ber van kiryaran rabin. -
'Travmaya kuştinên kiryar nediyar ne kêmî ya Helebçeyê ye'
Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir, di serdema desthilatdariya AKP'ê de rewş ji salên 90'î bihuriye û gihîştiye asta komkujiyê. -
'Em ji bo Rêberê xwe di nava tevgerê de ne'
Gerîlayên YJA Starê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Çalakiyên me yên li dijî tecrîdê wê dewam bikin." -
Cîhan Şêx Ehmed: Em tola jinên cîhanê hiltînin
Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, Reqa ku weke paytexta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ'ê hat ragihandin, wê bi pêşengî û fermandariya jinan bê rizgarkirin. -
Parlamenter Salîh û Omer ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
Parlameterên ku dixwestin ji bajarê Silêmaniyê biçin Hewlêrê, li têketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan. -
PDK'ê, wekîlê Tevgera Goran û Komela Îslamî binçav kirin
Parlamenterê Tevgera Goran Alî Heme Salih û Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. -
Fermandariya YBŞ'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
6 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên ku êrîşên li ser gundê Cebîl Şêîr ê Rojava şikandin, pêşveçûna xwe ya li heman xetê didomînin. Şervanan 6 gundikên din jî rizgar kirin. Şerê li gundê Kermanco û gundikên Alî Omer û Derwîş dewam dike. -
YPG'ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir
YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên li cih û demên cuda ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de gihiştibûn şehadetê û şervan Taha Qamişlo ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Welatiyên Kobanê 6 şervanên azadiyê defin kirin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 6 şervanên azadiyê ku di pêvajoya duyem a Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, defin kirin. -
Heyva Sor a Kurdistanê: Banga beşdariyê ya Kampanyaya Xwişk û Bira kir
Heyva Sor a Kurdistanê li ser Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira daxuyaniyeke niviskî da û got heta niha 4 hezar û 698 Malbatên Xwişk û Bira hatin pêydakirin û bang kir ku her kes xwe tevlî vê kampanyayê bike. -
Ji kamerayên ANF'ê dîmenê rûxandina wesayîta bombebarkirî
Tîmên pispor ên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, li derdora bajarokê Mehmûdliyê, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê bi kontrol teqandin. -
HPG: Em hevrêyên xwe yên li Şemzînanê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin
HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 7 gerîlayên li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayan hate eşkerekirin. -
'Me têkoşîna wan, ji cihê mayî, bi hêza ku wan dayî me hilgirt'
Par 10’ê Çile li navçeya Artemêtan a Wanê, 12 gerîlayên HPG’ê ji hêla dewleta Tirk ve bi komployekê hatibûn înfazkirin. Gerîlayên ku hatibû kuştin li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bibîranîn. -
Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser 20 malan
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser 20 malên li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. -
'Komkujiya Parîsê' li Mexmûrê hate şermezarkirin
Sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatin bibîranîn. -
'Destê jêkirî yê kurê min anîn dan min!'
Li Minbicê, ku du salan di nava zilma DAIŞ'ê de ma, li her cihekî çîrokek dilşewat der dibe. Yên serê wan hatine jêkirin, hatin recmkirin, ji avahiyan hatine avêtin, gule li wan hatine reşandin, destên wan hatine jêkirin..