KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevşaredarê Mehsertê Tekîn hate girtin
Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekîn ji di nav de, 4 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Demîr, Ûyar û Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bîranîn
Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên sala borî di berxwedana Xwerêveberiyê de ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
Kobaniyan cenazeyê 4 şervanên Xezeba Firatê defin kirin
Ji aliyê Kobaniyan ve cenazeyên 4 canogriyên berxwedana pêngava Xezeba Firatê li Goristana Şehîd Dicle hate definkirin. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezava Firatê û Silûk ê de şehîdbibûn eşkere kir. -
Şervanê QSD'ê Wesîm Ebadî hate veşartin
Bi sedan welatî cenazeyê Şervanê QSD‘ê Wesîm Ebadî El-Feyad (Bahoz Berxwedan) li Goristana Şehîd Mehmûd a gundê El-Tenhûza veşartin. -
Dozgeriya Tirk dixwaze 114 sal cezayê girtîgehê li Bakirhan bibire
Têkildarî Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan ku hat girtin û li şûna wî qeyûm hat bicihkirin, doz hat vekirin. Dozgeriya Tirk di vê dozê de dixwaze Bakirhan bi 114 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin. -
'Ji bo rakirina tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin'
HDP'ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke gel lidar xist û got, "Ji bo rakirina vê tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin." -
YPG'ê bîlançoya şer a sala 2016'an eşkere kir
YPG'ê bîlançoya şer a sala 2016'an eşkere kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîş û destketiyan. -
Malbatên Başûrî: Divê Nêçirvan Barzanî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze
Malbatên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî Nêçirvan Barzanî da ku gefa 'em ê çekê li dijî PKK'ê bi kar bînin' xwaribû û gotin, "Divê Nêçirvan Barzanî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze." -
Bombe li çeperên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê dibarin
Çeperên DAIŞ'ê yên li başûrê Kerkûkê ji aliyê balafiran ve tên bombekirin. -
Xezeba Firatê: 2 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê 2 gund û 2 gundikên din rizgar kirin. -
'Dewlet bi kuştina zarokên me êşa me giran dike'
Yek ji malbatên ku li Kurdistanê berdêlên giran dane, malbata Kaymaz e. Ji nava malbatê jî êşa herî giran bûye para dayik Makbûle Kaymaz. Kaymaz qala kurê xwe Ûgûr, hevserê xwe Ahmet û malbata xwe Kaymaz kir. -
49 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Gundên Caber ê Rojhilat û Caber ê Rojava, ku di Pêngava Xezeba Firatê de hatin rizgarkirin, bûn hedefa êrîşên çeteyan. Şervanên Odeya Çalakiyê ev êrîşên çeteyan têk birin. Di şer de 49 çete hatin kuştin. -
Şengaliyan dest bi avakirina komînan kirin
Civaka Êzidî ya li Şengalê, ji bo rêxistiniya xwe xurtir bike û pirsgirêkên nava xwe bi hesanî çareser bike, dest bi avakirina komînan kir. Heta niha 4 komîn li gundên Şengalê hatine avakirin. -
Hevşaredarê Şaxê hat girtin
Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hat binçavkirin, hat girtin. -
Biryara sosret a dadgehê: Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê nabe hincet
Parêzer Bariş Oflas, ku ji bo şermezarkirina Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê tevlî çalakiya berdana kar bû, hinceta wî ji aliyê dadgehê ve mafdar nehat dîtin û doz lê hat vekirin. -
'Gerîla temsîla nirxên mirovatiyê ne'
Pêngava şerê gelê şoreşgerî ku hê jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike, li herêma Colemêrgê çiyayên Zagrosê bi navê Pêngava Şehîd Fermandar Reşîd Serdar bi pêş dikeve. Gerîlayan bi rêya vê pêngavê gelek derbên giran li artêşa Tirk xistin. -
Em hîn bêhtir piştgiriya gelê Geverê bikin
Bi hatina zivistanê re, jiyana li Geverê giran bûye. Tê gotin, gelê Geverê bi rêya kampanya 'Malbat xwedîderketina li hev derdikevin' li ser piyan dimîne û xwe xwedî dike. -
Li 10 gundên Licê derketina derve hat qedexekirin
Li 10 gundên navçeya Licê ya Amedê, derketina derve hat qedexekirin. -
Gerîlayê HPG'ê Kurdistanî li Kerkûkê hate bîranîn
Li Şengalê gerîlayê HPG'ê Ramîn Zendpûr (Koşer Kurdistanî) ê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê li Kerkûkê hate bîranîn. -
Leyla Bîrlîk ji hêla Wekîlên HDP’î ve hat pêşwazîkirin
Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk li ber girtîgehê ji hêla partiyiyan hat pêşwazîkirin. -
Cenazeyê Sefqan Serêkaniyê hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê, Dirbesiyê û bajaroka Zurganê cenazeyê şervanê YPGʹê Sefqan Serêkaniyê li Goristana Şehîd Ristem Cûdî veşartin. -
Pêşmergeyî Derîn: Em heta dawiyê bi gerîla re ne
Pêşmergeyî Derîn, ku li dijî operasyoneke gengaz a li Başûrê Kurdistanê piştgirî dan gerîla gotin, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gerîla re bin." -
Helîkoptera artêşa Tirk li gundê Tahûnê reşand
YPG'ê diyar kir 3 helîkopterên artêşa Tirk derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bûne û yekê ji wan gule li bejahiya gundê Tahûnê reşandiye. -
Şêniyên Sûrê ji projeya qereqolan a dewletê gelekî aciz in
Şêniyên Sûrê yên ji projeya qereqolan a dewletê gelekî aciz in gotin, ew ê destûrê nedin malên wan xira bibin û qereqol werin çêkirin.